Malbata endamekî çeteya DAIŞ‘ê yê welatiyê Elman ê di destê hêzên QSD’ê de hikûmeta Elman biribû dadgehê ji bo ku kurê wî bîne. Doh Dadgeha Îdarî ya Berlînê biryar da ku hikûmeta Elman ne mecbûr e wî endamê çeteya DAIŞ´ê bîne Elmanyayê. Sedem jî sosret û sosirmet e. Dadgehê nebûna wekaleta çete û peydenekirina adresa wî weke hincet nîşan da.
Rêveberiya Rojava, Sibata bihurî bang li rêveberiya Berlînê kir û jê re got, “Welatiyên xwe bibin û darizînin”, lê tevî vê bangê jî hikûmeta Elman a Federal li pêşberî welatiyên xwe yên DAIŞ’î bi xemsarî tevdigere.
Malbateke yekî ji van çeteyên dijminê mirovahiyê, xwest zaroka wan bînin Elmanyayê. Ev çete di sala 1992’an de ji dayik bûye, di sala 2014’an de ji Berlînê çûye Sûriyeyê; û piştî ku tevlî DAIŞ‘ê bû ji aliyê hêzên QSD’ê ve bi saxî hate zevtkirin.
Dadgehê adres peyde nekiriye
Dadgehê biryar da ku çete ji aliyê hikumeta Elman ve nikare bê anîn. Ji bo hinceta vê biryarê jî ragihand, di pêvajoya darizandinê de çete bi xwe wekalet nedaye û adresa wî nehatiye peydekirin. Li gorî vê biryarê, tê gotin eger çeteyên li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê wekaletê destnîşan bike û adresa xwe diyar bikin wê biryarek berevajî vê biryarê were wergirtin.
Dadgeha li Berlînê ku rewşa hevsera çeteyekî DAÎŞ‘ê û sê zarokên wî nirxand, di destpêka meha Tîrmehê de biryar wergirtibû ku hikumet malbatê bîne Elmanyayê. Dadgeheke bilind jî biryara dadgeha herêmî pejirandibû. Di çarçoveya biryarê de Konsolosxaneya Elman a li Hewlêrê ketibû nava liv û tevgerê û çar zarokên DAIŞ’iyan anîbûn Elmanyayê.
Pirraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 welatiyên Elman ên DAIŞ‘î di destê QSD’ê de ne. Ji wan 90 jê mêr in û tê gotin ku sûcên şer kirine.
BERLÎN