Di doza li dijî siyasetvanên Kurd a li payexta Fransayê Parîsê, heyeta dadgehê bi devê Tirkan peyivî û ceza li siyasetvanên Kurd birrî. Ev doz beşek ji hewldanên krîmînalîzekirina Kurdan a ji sala 2006´an li ser daxwaza dewleta Tirk bû. Ji siyasetvanên ceza lê hatî birrîn, Abdullah Ocalan got, “Ev doz diviya biketa. Ya me dît ew bû ku têkiliyên ticarî yên di navbera Tirkiye û Franseyê xwe li hola dadgehê dan der.”
Di doza li dijî siyasetvanên Kurd û Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de, heyeta dadgehê di navbera 2 sal û salekê de ceza li siyasetvanên Kurd birrî.
Li Abdullah Ocalan 2 sal cezayê girtîgehê, û salekê jî cezayê girtîgehê yê paşvexistî hat birrîn; li Idrîs Guzel salek cezayê girtîgehê, salekê jî cezayêgirtîgehê yê paşvexistî hat birrîn; li Adil Daşkin salek cezayê girtîgehê û du sal jî cezayê girtîgehê yê paşvexistî hat birrîn; li Bülent Atmaca jî du sal cezayê girtîgehê yê paşvexistî hat birrîn. Li dikandarê Kurd Ismail Akgul jî 18 meh cezayî girtîgehê hat birrîn û ev ceza hat paşvexistin. Li serokê berê yê komeleyê Celil Akdogan jî ji ber ku di dema operasyonê de ne li Fransayê bû cenza nehat birrîn.
Heyeta dadgehê ji ber ku mafê liberrabûnê heye û ji ber ku siyasetvanên Kurd demekê girtî bûn, biryara girtinê neda.
Diviyabû doz bikeve
Siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bi giştî 3 sal cezayî girtîgehê lê hat birrîn, got, “Diviyabû ev doz bikeve, ji ber ku gelek bêhiqûqî tê de hebûn. Tişta ku dadgerê lêpirsînê yê hingê kirî li meydanê ye. Ya me dît ew bû têkiliyên Tirkiye û Fransayê xwe di hola dadgehê de da der. Hem hiqûqî û hem jî li gorî helwêsta beramberî Kurdan diviyabû doz bikeve. Lê têkoşîna Kurdan bi vê biryarê xistin çarçoveya terorê. Fransayê careke din mîna dadgeriya Tirk tercîh kir têkoşîna Kurd di çarçoveya terorê de bibe dadgehê. Fransa li ser krîmînalîzekirina têkoşîan Kurd dewam dike. Em vê qebûl nakin.”
PARÎS