
Li Colemêrgê di 23'yê nisana 2009'an de çalakî hate lidarxistin û polîsê Tîmê Taybet Bahadir Turan bi qontaxa çekê li serê zarokê bi navê Seyfettîn Turan xist û bi giranî birîndar kir. Êrîşa polîs bi qemerayan hate girtin û dimen rastî gelek bertekan hatin. Turanê ji serê xwe bi giranî birîndar bû piştî 4 rojan li beşa lezgînî hate girtin ji talukeya jiyanê xilas bû. Piştî bûyerê parêzerên maxdur der heqê polîs Turan de bi sûcdariyên "Bi zanebûn teşebûsa kuştina mirovan û îşkence" daxwaz doz vekirinê kirin lê bi sûcdariya "Bi zanebûn mirov birîndar kir" doz hate vekirin.
Doz bi hinceta ewlehiyê ji Colemêrgê birin Ispartayê. Danişîna dozê ya biryarê roja borî hate dîtin. Di danişînê de parêzerê bersûc diyar kir ku zarok tenê 4 rojan li nexweşxaneyê hate girtin û tu zirara psîkolojîk û fizîkî nedîtiye. Parêzer xwest ku bûyer di nav parastina rewa de bê girtin. Dozger jî di mutaleya xwe de ji bo polîsê tîmê taybet bi hinceta "bi zanebûn mirov birîndar kir" ji 5 salan kêmnebe cezayê girtîgehê xwest.
Polîs parastina rewa kiriye!
Dadgehê ji li dijî daxwaz dozger êrîşa polîs li gorî sûcdariyên qezayên trafîkê û bêyî daxwaz mirovan pêktên bi hinceta "bêyî daxwaz xwe birîndarkirin" ceza birî. Dadgehê berê 6 meh ceza li polîs birîn piştî re ji ber hestî şikestiye ceza kir 9 mehe û pişt re jî cezayê polîs Turan kir 7 meh û 15 roj. Heyeta Dadgehê bi hinceta helwesta polîs Turan li dijî dadgehê "bi hurmete" cezayê wî daxistin 6 meh û 7 roj. Piştî re dadgehê cezayê polîs taloq kir.
DÎHA/ENQERE