Li navçeya Çelê ya Colemêrgê der barê welatiyê bi navê S.B. de di 4'ê mijdara 2009'an de bi hinceta beşdarî çalakiyê bûye li Dadgeha Asliye Ceza doz lê hate vekirin. Heyeta dadgehê li gel ku S.B. bi tirkî baş nizanibû û xwest parastina xwe bi Kurdî bike jî dîsa daxwaza wî red kir. Heyetê di der barê S.B., de di 16'ê kanûna 2009'an de biryar da û 17,5 sal ceza birî. Lê piştî parêzerê wî biryara dadgehê itîrza kir û şand Dadgeha Bilind, heyeta dadgeha bilind jî di lehê S.B. de biryar girt û xwest ji bo parastina Kurdî tercûman bê tayînkirin.
Parêzerê S.B Veysî Dumlu bal kişand ser mafê parastinê û diyar kir ku ji ber ku zimanê Kurdan ê dayikê Kurdî ye dixwazin di dadgeh û danişînan de bi zimanê zikmakî parastinê bikin, lê ev mafê wan ê xwezayî û rewa tê astengkirin. Dumlu, anî ziman ku her tim mafê Kurdan yê parastinê tê astengkirin û ji ber vê yekê jî rastî ceza tên. Dumlu, destnîşan kir ku wî li Daîreya Ceza ya 5'emîn Dadgeha Bilind îtîraz kir û Dadgeha Bilind di lehê muvekilê wî de biryar girt.
Dumlu, destnîşan kir ku biryara dadgeha herêmî dadgehek li dijî hiqûqê ye û piştî wan serî li Dadgeha bilind dan, dadgeha bilind ew mafdar dît û di lehê S.B de biryarek erênî da.

HAMZA GUNDUZ - DÎHA/COLEMÊRG