Prof. Kreyenbroek: Heger mirov li welatekî dikare evqas zanyaran bigire, bixe hepsan, mirov çima nikaribe pirtûkan qedexe bike. Halê hazir rejîmên totalîter populer in. Ez difikirim ku nikare zêde dewam bike.

LUQMAN GULDIVÊ/ FRANKFURT

Li navçeya Şirnexê Hezexê, di encama serdegirtina hin malan de di çarçoveya êrişên qirkirina siyasî ya li dijî gelê Kurd de, gelek pirtûk hatibûn desteserkirin. Bi biryara dadgeha herêmî ya li Şirnexê biryara qedexekirin û berhevkirina 9 pirtûkan hat dayîn ku li ser Kurdan, çand, dîrok û diyaneta wan hatibûn nivîsandin. Yek ji van pirtûka jî wergera bi Tirkî ya pirtûka bi navê “Xwedê û Şêx Adî bêqisûr in” a Prof. Philip G. Kreyenbroek û Dr. Şêx Xelîl Cindî Reşow bû ku ji weşanxaneya Avestayê derçûbû. Li ser qedexekirina pirtûka wê em bi Prof. Kreyenbroek re peyivîn.

Ew hema tiştan qedexe dikin 

Kreyenbroek got, xwendekarekî wî yê berê yê ji Tirkiyeyê xebera wî bi qedexekirina pirtûka wî xistiye û got, “Tecrûbeya min a şexsî ne tenê bi dadgehên cihî yên li Şirnexê, lê her weha dadgehên li navendên mîna Stenbol û paytext Enqerê re jî heye. Ew hema tiştan qedexe dikin. Tê bîra min sala 1996´an min gotarek li ser çanda Kurdan nivîsî bû û di pirtûkekê de ku ez edîtorê wê bûn, hat weşandin. Di wê gotarê de min gotibû zimanê Kurdan wê salên 2000´î jî li Tirkiyeyê hebe. Ev pirtûk tevî gotara min hat wergerandinTirkî. Ji ber vê gotarê doz li wergêrê pirtûkê hat vekirin. Sedem jî ew bû ku min gotiye 4 salên din bi şûn ve jî wê Kurdî li Tirkiyeyê hebe. Li ser vê yekê min ji dadgehê re nivîsî, heger ne wisa ye, naxwe Tirkiye qirrkirinekê plan dike ku di nava 4 salan de wê bibe serî. Bi her halî nizanim vê nivîsa tesîr li dadgehê kir yan na, wergêr beraet kir.”

Ji desthilatên Tirkiyeyê her tişt tê

Prof. Philip G. Kreyenbroek di dewamê de dibêje, ji ber vê bûyerê bi ya wî her tişt ji dadgerî û desthilata Tirkiyeyê tê; “Ji hingê ve ez li benda her tiştî me, ji her tiştî re amade me li Tirkiyeyê. Helbet hinekî surprîz bû, lê ez ecêbmayî nemam. Min negot, mala minê dîsa rewş evqasî xirab bû, û pirtûka min kete ber, na! Ez bawer dikim ku vî dadgerê li Şirnexê rêzek jî ji pirtûkê nexwendiye. Pirtûk li ser diyaneta Êzîdiyan e, behsa aliyên civakî, çanda wan, rêûresma devkî ya metnên dînî û beşek jî li ser wê ye ka ev metn çawa li kar in. Piştî wê jî gelek metnên dînî, qewlên Êzîdiyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê hene ku Dr. Cindî Reşow ew berhev kirin. Ango elaqeya pirtûkê ne bi siyasetê û ne jî bi Tirkiyeyê re heye.”

Pêşhukmên li dijî Êzîdiyan

Dema ku jê hat pirsîn gelo hema dadger gotiye, ev pirtûka zanistî ne li ser Misilmanan e, li ser metnên diyaneteke din in, û ji ber wê pirtûk qedexekirine, Kreyenbroek got, “Muhtemel e ku dadger xwedî pêşhukm be beramberî Êzîdiyan, û muhtemele ku wî peyva Tanri (Xwedê) ya di wergerê de jî neecibandibe, çawa berê li ser vê bi te re peyivîm. Yanî muhtemel e kêfa wî jê re nehatibe û gotibe, hema em vê jî qedexe bikin.”

Zanyaran digirin

pirtûkên wan qedexe dikin

Li ser pirsa ma li Tirkiyeyê ev rewş çiqasî dikare dewam bike, ku mirov kar û xebatên zanistî jî qedexe bike, Prof. G. Philip Kreyenbroek got, “Heger mirov li welatekî dikare evqas zanyaran bigire, bixe hepsan, mirov çima nikaribe pirtûkan qedexe bike. Em ê binihêrin. Halê hazir rejîmên totalîter populer in, lê ez nizanim ka ev dikare wiha dewam bike yan na. Ez difikirim ku nikare zêde dewam bike, lê nizanim.”