
Parêzer Ferîde Laçîn bal kişand ser îdîayên derheqê miwekîlê wî Zeynel Mat de û xwest ku îdîayên derheqê muwekîlî yê dema ku derveyî welat pêkhatin û danîn dosyayê ji dosyayê bênderxistin. Laçîn, anî ziman ku beyanên şahidê nepen şikdar in.
Daxwaz nayên qebûlkirin
Parêzeran xwest ku delîlên nediyar yên têkildarî îfadeyên şahidên veşarî ku di dosyaya miwekîlên wan de cih digirin, ji dosyayê bên derxistin, lê dîwana dadgehê diyar kir ku delîl di çarçoveya CMK'ê de hatine berhevkirin û ev yek red kir. Di danişînê de hemû daxwazin parêzeran yên bi vî rengî hatin redkirin. Her wiha parêzaran xwest ku têkildarî tomarkirinên deng yên telefonanan jî bên analîzkirin, şahidên weşarî yên din jî di danişînê de bên amadekirin. Dîsa parêzeran destnîşan kir ku miwekîlên wan ên ku niha diviya li parlamentoyê bin bi kelepçekirî anîne danişînê û ev yek şermezar kirin. Parêzer Mesût Beştaş, jî xwest ku miwekîlê wî Musa Farisoglu ku emeliyata mejû derbas kiriye bê tehliyekirin. Parêzer Eren Keskîn jî der barê miwekîlê xwe Kemal Aktaş de xwest ku bê tehliyekirin. Dîwana dadgehê piştî navbereke kin daxwaz nirxand û biryar da ku rewşa girtina girtiya bidome. Daxwaznameyên Kurdî û tirkî ji aliyê girtiyan ve hatibû dayîn jî, tenê yên tirkî hatin qebûlkirin. Her wiha dîwana dadgehê der barê daxwaznameyên Kurdî de ji ber naveroka wan li Dozgeriya Komarê gilî kir û danişîn taloqê 28'ê kanûnê (îro) kir.
ANF/AMED
Destûr nedan parastina dimilkî
Heyeta Dadgehê di danişan derheqê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Enqere ya berê Şengul Çelîk a biryar YSK'ê ya vetokirina wekîlên BDP'ê kir de parastina bi Kurdî ya zaravayê dimilkî qebûl nekir.
Doz ji ber tevlî bernaya Newrozê ya li Qada Kolejê pêkhat û tevlî daxuyaniya şermezarkirina vetokirina YSK'ê ya wekîlên BDP'î bûn a bi îdîyên "Endamê rêxistinê ne" û "Propagandeya rêxistinê kirin" hatibû vekirin. Di danişînê de Şengul Çelîk û parêzer Pinar Akdemîr amadebûn. Çelîk, dema ku parastina bi Kurdî ya zaravayê dimilkî xwest bike berê xwe da parêzera xwe Pinarê serokê heyeta dadgehê jê re got "Çima tu berê xwe dide parêzerê tu fermanan ji wê digirî" Li ser van gotina rageşiyekî kin derket û piştî re ji ber Çelîk tirkî dizane daxwaza wê ya parastina bi dimilkî hate redkirin.
Dadgehê, diyar kir ku parastina bi zimanê zimakî li dijî mevzuatan û rêgezên darizandinê yên DMME'yê ye. Pişt re Prz. Pinar Akdemîr parastin kir û diyar kir ku muvekîla wê dikare berê xwe bide wê û divê muvekîla wê bi azad parastina xwe bike. Piştî parastinan danişan taloqî 7'ê adarê hate kirin.
ENQERE