SELMA AKKAYA / PARÎS


Doza dijî Kurd a li Franseyê ku tê de siyasetvanên Kurd û Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya jî tên dadgehkirin, sêşema bihurî li Avahiya Dadê ya Parîsê dest pê kir û dewam dike. Pêvajoya lêpirsîna dozê, piştî serdegirtina polîsan a bi ser malên Kurdan de a 1´ê Hezîrana 2009´an dest pê kir û 9 salan dewam kir. Piştî neh salan siyasetvanên Kurd derketin pêşberî dadgehê, û pêr di vê çarçoveyê de siyasetvanên Kurd Abdullah Ocalan û Idrîs Guzel li dadgehê hatin guhdarîkirin.


Çalakiyên siyasî ne sûc in

Siyasetvanên Kurd bersiv da pirsên heyeta dadgehê; û pirsa sereke ya ji wan dihat kirin jî ew bû, ka ew ji bo PKK´ê fînansê peyde dikin yan na. Peyivînên siyasetvanîn Kurd ên bi telefonê, çalakiyên ew beşdarî wan bûyî, hevdîtinên wan ên elaqedarî pirsgirêkên civaka Kurd, hemû weke dosya çû ber destê heyeta dadgehê.

Siyasetvanên Kurd gunehbarî red kir, got, çalakiyên behsa wan tê kirin, bi temamî ji bo çareseriya aştiyane ya pirgirêka Kurd in, parçeyek ji ji têkoşîna azadiyê ya gelekî ne. Wan her wiha îşaret pê kir ku nirxandina Abdullah Ocalan weke Rêeberê Gelê kurd û hilgirtina posterên wî jî di biwara miletê Kurd de nabe ku bibe mijara lêpirsînê.


Dadger destbirakê Tirkan e 

Siyasetvanên Kurd îşaret pê kir ku dadgerê lêpirsînê yê hingê ne bêalî bûye, û Abdullah Ocalan jî nameyeke heman dadgerê lêpirsînê ji meqamên Tirk re nivîsî. pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Dema ku sala 2009´an bi gunehbariya terorê siyasetvanên Kurd hatin binçavkirin, mafê wan nebû ku parêzerê wan biçe cem wan. di encama têkoşîna hiqûqî ya parêzeran de Îlona 2009´an mafê hebûna parêzeran di pêvajoya binçavkirinê de hat qebûlkirin. Beriya operayona Hezîrana 2009´an, Gulana 2008´an lêpirsînê destpêkiribû û bi vê yekê re girtenameyên lêpirsînê ji Gulana 2008´an heta bi Îlona 2009´an hatin betalkirin.


Li Tirkiyeyê doz da destpêkirin

Lêpirsîna siyasetvanên Kurd jî tam rasta vê demê tê. Girtenameyên van lêpirsînan, hin axaftinên bi telefonan, û gahiyên mîna van ji dosyayê hatibûn derxistin. Dadgerê lêpirsînê yê hingê  Thierry Fragnoli, ev belgeyên hanê bi nameyekê gihandibû meqamên Tirk. Di nameyê de wî digot, “ji ber guhertinên qanûnî, em nikarin van agahiyan bi kar bînin. Ji bo u hûn bi kar bînin, em ji we re dişînin.” Hema dadgerê lêpirsînê, dibêje, di dosyaya dadgehkirina siyasetvanên Kurd de, hin ji agahdariyan ji meqamên Tirk hatine peydekirin.

Di encama vê bêhiqûqiyê de, beriya bi çendekê li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dozek hat vekirin û ev doz hîna li dijî heman siyasetvanên Kurd dewam dike. Abdullah Ocalan got, ev rewş dike ku siyeke reş bikeve ser dadgeriya Fransa, bi bîr xist ku ev 30 sal in ew li Fransayê dijî, û gelek caran hatiye girtin. Wê di dewamê de got, tevî vê jî îstîcbarata Fransa di wê rewşê de ye ku di biwara wî de agahiyan ji meqamên Tirk bixwaze û rexne li Fransayê girtin. Siyasetvanên Kurd got, ev doz hemû di çarçoveya têkiliyên bi Tirkiyeyê re ne, wiha dewam kir: “Dema ku Fransa hevrêyên me li Qesra Elysee diezimîne, ji wan re dibîje, fermandar, ji ber çalakiyên me yên li vir jî, ji me re dibêje terorîst. Ev nakokiyeke mezin e.” 

Siyasetvanên Kurd her weha bal kişand ser qetilkirina 3 siyasetvanên Kurd li Parîsê jî. Di dozê de doh parêzeran parastina hiqûqî kir. Çav li rê ye heyeta dadgehê biryara xwe eşkere bike.