Endama Koordînasyona Yekitiya Star Dîcle Serêkaniyê der barê tundiya jinan û dozên jinan nêrînên xwe anî ziman. Dîcle anî ziman ku ew tundiya li hemberî jinê weke pirsgirêka civakî digirin dest û wiha got: “Li Rojava 17 malên jinan hene. Ne starge, em weke malên azadiyê digrin dest û didin nasandin. Ev mal zêdetir ji bo çareserkirina pirsgirêkên nava malbatî û perwerdehiya xebatan hatine vekirin. Dema pirsgirêkek hebe em diçin dadgeh, asayîş û saziyên jinan. Em bi hemû saziyên jinan re dixwebitin. Lê pirsgirêka jinan tenê bi darazê nayê çareser kirin. Ev beriya her tiştî pirsgirêka exlaqiye. Tundiya li dijî jinê civakiye. Têkoşîna me dê bi rojekê re sînor nemîne. Divê em li dijî tundiyê xwe bi rêxistin bikin û jinan ji rewşa heyî rizgar biki."
Dîcle destnîşan kir ku bi malên jinan re, dadgeh jî hatin avakirin û wiha bilêv kir: “Ji hemû civakan jin serî lê didin. Li mafê xwe digerin. Berê jî dadgeh hebûn, lê yên dewletê bûn. Ji ber ku zîhniyeta zilam serdest bû jinan serî lê nedida. Lê îro dadgeh bi destê jinan adîl tevdigerin. Bê guman hîna hemû pirsgirêkên jinan nehatine çareserkirin. Lê tişta girîng dadgeh di destê jinan dene. Ji ber ku edaleta jinê ji ya zilam baştire."
Dîcle Serêkaniyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Rojhilata Navîn hêzên sivîl û demokratîk qelsin. Pirsgirêka azadiyê ne tenê ya jinan, an jî zilaman e, ya me hemûyane. Piştî şoreşê însiyatîfa jinan a Sûriyeyê jî hat avakirin. Di avakirina însiyatîfê de rola jinên Kurd girînge. Niha jinên li Sûriyeyê dijîn, di bin wê sîwaneyê de têkoşînê dimeşînin. Em jî di vê însiyatîfê de cih digirin. Tifaqa me civakî û stratejîk e.”
ANF QAMIŞLO