Biryara doza PKK’ê ya ku Dadgeha Brukselê berê biryar dabû ku PKK aliyekî şer e û dozên li dijî terorê nabe li dijî wê bên vekirin; niha dadgeha temyîzê ev biryar erê kir û ev biryara nihayî ye ji bo vê dozê. Dewleta Tirk biryara Dadgeha Brukselê biribû dadgeha temyîzê. Dozgerê dadgeha temyîzê hîna beriya bi du hefteyan dema ku ji bo parastinê demeke dirêjtir da dewleta Tirk û dozgerê dadgeha jêr, hizra xwe li ser mijarê eşkere kiribû û gotibû, ti tişta ku biryara dadgeha jêr biguhere nîne. Parêzerê aliyê Kurd ê dozê Jan Vermon got, ev biryar ne biryareke siyasî ye lê biryareke hiqûqî ye. Bi vî rengî dadgeriya Belçîkayê biryareke dîrokê di biwarê PKK´ê de da û tevahiya biryarên siyasî yên ku PKK weke rêxistineke terorê bi nav dikirin jî pûç kir.

 

BRUKSEL