DILŞAD XOŞNAW / ROJNEWS / VENLO
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar diyar kir ku pêwîst e li Kobanê dadgeheke navneteweyî ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyên dîl were vekirin û li wir Êzîdî, Misilman û Mesihî bi hev re li dijî çeteyan gilî bikin.
Li bajarê Vênlo yê Holandayê di dema kongreya rêxistina PYD´ê ya Ewrûpayê de Zubeyir Aydar jî mêvan bû. Aydar têkildarî girîngiya kongreyê ji me re axivî û got; “Niha demeke taybet e ji bo lidarxistina kongreyê. Piştî Newrozê û serketina tinekirina DAIŞ’ê, bipêşketina dîplomasiya Kurdan jî gelekî girîng e.”
Zubeyir Aydar îşaret bi êrişên li dijî Rojava kir û got; “Pêwîst e ku li hemberî van êrişan xebat were kirin. Herwiha ji bo rizgarkirina ji Cereblûs heta Efrînê û bakurê Helebê, divê xebat bê kirin. Lewma girîng e ku kongre li ser raweste.”
Zubeyir Aydar bal kişand ser çeteyên DAIŞ’ê yên li aliyê QSD’ê ve hatine girtin û got; “DAIŞ weke xak û hêz bi dawî hat. Lê li Rojava bi hezaran dîlên DAIŞ‘ê hene. Wan li dijî Kurdan û mirovahiyê tewanên mezin kirin. Lewma pêwîst e hewl were dayîn ku dadgeheke navneteweyî li Kobanê were avakirin. Ji ber ku DAIŞ zêdetir li Kobanê şikest. Li wir Êzîdî, Misilman û Mesîhî bi hev re li dijî wan divê gilî bikin. Ji vê re jî xebateke dîplomasiyê divê.”
Li ser girîngiya dîplomasiyê Aydar wiha dewam kir: “Ji bo ku bikarin wan destketiyan biparêzin, hewl bidin. Herwiha divê rejîm jî neçe wan herêman. Ango pêwîst e ku Kurd weke aliyekî beşdarî hemû danûstandinên li Cenevre bibin. Sûriyeyeke nû û demokrat ava bikin.”