Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî doh eşkere kir.
QSD`ê ji bo şerê 23´yê Mijdarê got:
“Artêşa dagirker û komên çete li seranserê xeta eniyê êrişên xwe yên bi tank, top, çekên giran, balafirên bê mirov û hejmarek zêde çete domandin. Artêşa dagirker, ruxmê hevpeymanên agirbestê jî êrişên giran birin ser bajarokê Eyn îsa, rêya M4 a navdewletî û kampa penaberan a li nêzî rê.
Ebû Rasên: Komên çete yên artêşa dagirker li gundê Til Mihemed hewl dan bi piştevaniya çekên giran êrîş bibin ser qadên sîvîl û herêmên nû dagir bikin.
Til Temir: Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bê mirov êriş birin ser herêmên li derdora gundên Leylan, Erîşa, Tewila û Ûm El-Xêr û hewl dan ku qadên nû dagir bikin.
Eyn Îsa: Artêşa dagirker a Tirk û komên wê yên çete piştî tevgereke giran a balafirên bê mirov, êrişên berfireh birin ser bajarokê Eyn Îsa, gundewarên wê û rêya M4 a navdewletî. Artêşa dagirker, ruxmê rêkeftinên heyî jî êrişên xwe yên li ser herêmên li derveyî rêkeftinê nade sekinandin.
Artêşa dagirker di saet 7ê sibehê de bi hejmarek gelek mezin ji çeteyên xwe, bi lêdana balafirên bê mirov, topbarana tank, obus û herwiha bi gulebarana çekên giran ji 3 milan ve êriş bir ser van herêman. Di encama êrişan de hejmarek sivîl koçber bûn, hejmarek birîndar bûn. Hêzên me û hêzên artêşa Sûriyê di çarçoveya parastinê de bersiva êrişan da û li herêmê şerên giran qewimîn. Artêşa dagirker a Tirk, bi şev jî heya sibehê tevgera xwe ya amadekariya dagirkeriyê dewam kir.
Di encama êrişên artêşa dagirker bi balafirên bê mirov û obusan de 2 hevalên me şehîd bûn, 3 hevalên me brîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN