Derket holê ku Celal Yildirim ê li gundê Mişrefê yê Licê ji ber guleyên ji helîkoptera eskerî reşandî bi giranî birîndar bûyî, eskerên Tirk diranên wî rakirine. Waliyê mêhtingeriya Tirk jî gundî weke “hevkarê“ PKK´yiyan pênase kir. 

Li gundê Mişrefê yê ser bi navçeya Amedê Licê pêr bi şev, helîkopterên artêşa Tirk gule li gundiyan reşandin. Ji ber vê êrîşê Celal Yildirim bi giranî û Munîr Serîn jî bi sivikî birîndar bûbûn. Birîndar rakirin Nexweşxeya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. Lê hê jî rewşa Yildirim gelekî ne baş e û birîna wî giran e.


Kurê birîndaran jî kirin bin çavan

Yildirim li beşa dermankirina lezgîn a nexweşxaneyê, di bin çavderiya esker û polîsan de ye. Nahêlin malbata wî jî biçe serdana wî. Kurê Yildirim Bedran Yildirim jî hat binçavkirin. Malbat der barê binçavkirinê de nehat agahdarkirin. Munîr Serîn ê di êrîşê de birîndar bû, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Ferdên malbatê yên li ber nexweşxaneyê radiwestin, der barê rewşa birîndaran de agahî dan û gotin: “Dema Celal û Munîr bi birîndarî tên girtin, esker û polîs êşkenceyê li wan dikin. Rû û pişta wan werimî ye. Ev tiştên sosret in. Diranên Celal rakirine û êşkence li wî kirine. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Celal sivîl e û bavê 13 zarokan e, çawa dibêjin terorîst e?“

 

Eskerên artêşa zilmê ne

Munevver Yildirim a ku hevjîn û zarokê wê di êrîşa dewleta terorê ya Tirk de birîndar bûn, got: “Tevî ku hevjîn û kurê min birîndar bûn, bi erdê ve kaş kirin û birin.” 

Munevver Yildirim nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî hevjîn û kurê xwe Bedran da û got, “Hevjîn û kurê min bi traktorê zevî av didan, me dît ku bi helîkopteran eskeran li gund datînin. Piştî çend deqeyan dûkel li ser traktorê rabû. Em ber bi wan ve revîn. Eskeran em jî gulebaran kirin. Lê tiştek bi me nehat. 

Hevjîn û kurê min bi saetan bi erdê re kaş kirin. Di wê demê de êşkence li wan dikirin. Atletê kurê min û diranê hevjînê min li erdê kom kirin. 3 gule li traktorê ketibûn. Em nizanin hevjînê min çawa birîndar bûye. Di rê de şopên xwînê hebûn.” 

Yildirim destnîşan kir ku kurê wê ji bo cejnê hatiye û derbarê lêgerîna eskeran de jî got, “Bi carekê, bi dehan esker ketin malê, derî û şibakeyên me şikandin. Ev tiştên tên kirin zilm e.”


Waliyê mêhtingeriya devê xwe dîsa li derewê vekir  

Waliyê Tirk ê li Amedê jî wekî Waliyê Tirk ê li Colemêrgê bi daxuyaniyên ku dan, dîsa derewên sosret kirin. Walî eşkere kir ku kesên hatine gulebarankirin, “Hevkar in” û ew bi tewanbariya “terorê” sûcdar kirin. Walî da zanîn ku li herêmê hin endamên rêxistinê jî hatine kuştin. Îdia kir ku gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.


Ne kurd diqedin û ne têkoşîn disekine

Eskerên Tirk rêyên gund girtin û li gund derketina derve qedexe kirin. Bûyer, dema ku gundiyan bi rêya medya civakî banga alîkariyê kir, hat bihîstin. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn. Heyetek ji wekîlên HDP’ê doh danê sibehê berê xwe da gundê Mişrefê û lêkolîn lê kir. Wekîlên ku bi gundiyan re axivîn, paşê li Amedê daxuyanî dan û gotin, “Li Licê bi talîmata AKP’ê sûcê şer tê kirin!” 

Parlamenterê  HDP´ê yê Amedê Ziya Pîr ê di heyetê de got, “Dema em çûn gund, kes ne li derve bû, piştî ku em dîtin derketin derve. Duh piştî 8’ê şevê bi helîkopteran esker anîne gund. Piştî ku qedexe hate îlankirin, haya gundiyan jê çêkirine. Ji ber vê jî gundî hê li ser erdên xwe bûne. Celal Yildirim û Bedran Yildirim dema li ser traktorê ne, gule li wan hatine reşandin. Celal niha rewşa wî ne baş e. 300 metre wê de jî li Munîr Serîn gulle reşandine. Ev birîndar li erdê hiştine, nehiştine kes alîkariya wan bike.”

Ziya Pîr got, “Eskeran girtine ser malan û îşkence li gel kirine. Piştî bihistyariya gel, ev birîndar rakirine nexweşxaneyê. Gundî dibêjin leşkeran cenazeyek jî anîne. Lê têkildarî nasnameya cenaze me hê agahiyên zelal bi dest nexistine. Bi talîmata Soylu li gundên Kurdan tatbîkata eskerî tê kirin û guleyan li gel direşînin, ev sûcê şer e. Lê divê bizanibin ku ne Kurd diqedin û ne jî HDP disekine.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN