BERHEM LETÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Endamê Rêveberiya PDK'ê ya Silêmanî û Helebce Faris Newrolî got, nebûna yekrêziya Kurdan wiha kiriye ku dagirker her yekî ji wan li dijî yê din bi kar bîne û got; "Pêwîst e ku karek were kirin da ku Kurd di guhertinên Rojhilata Navîn de weke Sykes-Picot nebin qurbanî."

Newrolî li ser mijarê got, yekrêziya Kurda xaleke girîng e: “Divê gavên pratîkî bêne avêtin.” Newrolî nebûna yekrêziya Kurdan di dîrokê de weke lawaziya wan a herî mezin bi nav kir û got, “Ew derfetên hatine ber me, ji ber nebûna yekbûnê, me ji dest dane. Lewma divê em hemû di xalekê de hevbeş bin. Karekî bikin di guhertinên li Rojhilata Navîn de weke Sykes-Picot nebin qurbanî."

Endamê Rêveberiya PDK'ê ya Silêmanî û Helebce, Faris Newrolî bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî; “Ji ber nebûna yekîtiyê, dagirker her yekî jî me li dijî yê din  bi kar tîne. Lê heger gotareke siyasî ya Kurdan hebe, wê demê dijminê gelê Kurd jî wê bi çavekî din temaşeyî Kurdan bikin.”