Dewleta Tirk a dagirker, bi artêşa xwe, MÎT û kontrayên xwe li bakurê Kurdistanê ji ber derbên gerîla her dinale. Doh li Başûrê Kurdistanê jî maşînek di dema derbasbûna karwanekî eskerî yê artêşa Tirk de bû armanca teqemeniyeke li kêleka rê bi cih kirî. Li Bakurê Kurdistanê jî gerîlayên HPG´ê li Colemêrgê kir ku eskerên Tirk bidin qaqa reş.

Li bajarê Başûrê Kurdistanê Zaxoyê, yê ser bi parêzgeha Duhokê, di dema derbasbûna karwanê îstîxbarat û artêşa Tirk de teqînekê rû da.

Dema karwan li herêma Batûfayê derbas bû, teqemeniya li kêleka rê hatibû bicihkirin hat teqandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, êrîş li wesayiteke sivîl a ku endamên MÎT’ê tê de bûn, hatiye kirin. Piştî teqînê, mirî û birîndarên endamên MÎT’ê rakirin nexweşxaneyên li herêmê.

Têkildarî hejmara kuştî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neket. Hat ragihandin ku herêma teqînê lê rû dayî, li çapemeniyê hatiye girtin û destûr nayê dayîn ku kes nêzî herêmê bibe.

Ji rêveberiya nehiya Batûfa, Mihemed Hesen jî teqîn piştrast kir û got, polîsê nehiyeyê dest bi lêkolînê kiriye. Qenala televîzyonê NRT ya li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, dîmen û wêneyên herêma teqînê weşandin.

Di dîmen de tê dîtin, ji ber teqînê îmha bûye û li ser eskerên Tirk ên birîndar ku rakirin nexweşxaneyê, unîformayên eskerên Tirk hene.

Li herêmên Zaxo, Duhok û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê, zêdeyî 18 kampên eskerî yên artêşa Tirk hene.


Operasyon bê serî ma  

Hêzên gerîla, li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li Şemzînanê kordîneyê operasyonê hatiye kuştin. 

HPG´ê der barê çalakiyê de daxuyanî da û got, eskerên Tirk ên 5’ê Tebaxê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyon dikirin ên ketî kemîne garîla, herî kêm 10 ji wan hatine kuştin. Ev esker hingê ketin xefika hêzên gerîla a bombeyî, dema helîkoptera tîpa Skorsky hewl dida eskeran deyne ser girê kordîne. Di encama teqîna bombeyê de zêdeyî 10 eskerên Tirk hatin kuştin, ku di nava wan de kordîneyê operasyonê jî hebû.

Piştî ku fermandarê operasyonê hate kuştin, beşek ji hêzên operasyonê xwe vekişandin û hin yekîneyên eskerî jî li herêmê xwe veşartine.

HPG´ê wekî din da zanîn ku roja 5’ê Tebaxê li hemberî tabûra Rûbarokê û girê çeteyan gerîlayan çalakiyek kir. Li vê derê jî hawan li gelek çeperan hatin xistin û avahiyeke ku esker tê de bûn û gelek wesayît şewitîn. Lê belê li ser hejmara eskerên kuştî û birîndar agahiyeke zelal bi dest neket.

Gerîlayan 5´ê Tebaxê bi şev li qada Dola Apociya ya Şemzînanê bera nav yekîneyeke operasyonê ya Komara Tirkiyeyê ya dagirker daye û di vê çalakiyê de herî kêm 7 esker kuştine û 5 leşker jî birîndar kirine.

Hêzên gerîla, doh danê sibehê jî li girê kordîne yê li Çelê çalakî pêk anî û 4 eskerên dewleta Tirk a dagirker kuştin.  


 ANF/BEHDÎNAN