Şevê din li herêmên Şehbayê di navbera Hêzên Şoreşger û çeteyên DAIŞ′ê ji aliyekî û di navbera Hêzên Şoreşger û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî din ve, pevçûnên dijwar rû dan û heta saetên destê sibehê dom kirin. Di encamê de şervanan mezrayên Hiwarîn a bakurê gundê Til Midyeq ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û meza Girnata ya başûrê gundê Hesacik, ji çeteyên DAIŞ′ê, rizgar kirin.
Êrîşî sivîlan dikin
Artêşa Tirk topan davêje gundên sivîlan ên li Şehbayê
Li gel têkçûna xwe dewleta Tirk û komên wê bênavber bombe li gundên sivîlan dibarînin. Çeteyên ku nikarin xwe li ber Hêzên Şoreşger bigirin, êrîşî sivîlan dikin.
Şêniyên herêmî bi rengekî girseyî koçî Efrînê dike. Hêzên Şoreşger ên ku gundan ji çeteyên dewleta Tirk diparêzin, ji Şêx Îsa, Bîr Es Sabah, El Saîd Alî heta Til Madiqê, xeteke parastinê ava kirine û bersiva êrîşan didin.
EFRÎN