Dîmenek ji berxwedana Xerziyan ya sala 1926´an.
…Êvarê hêdî hêdî cihê xwe da şevê û çira vêketin. Fermandarê Tirk, Keskîn Tahir (Tahirê Tûj) li ber ronahiya çirayên ku bêdeng ronahî belav dikirin li lîsta mêrên girtî nêrî û ji zabitê li ber destên xwe re got.
-Okeş teyman ji min re Migirdîç û Manûgê Fileh (xiristiyan) bînin! Bi wan re Silêmanê Çeto jî werînin. Bi wan re teştekê û kêreke tûj bînin! Ezê nîşanî wî bidim, ka mirov çawa gawiran dihewîne.
Leşkeran her sê mêr anîn. Tahirê Tûj berê xwe da Kurdên ku ji wî û leşkerê wî re rêzanî dikirin û pirsî.
-Heciyê Mihê tu ji serjêkirina mêran re çawa yî? Tu wekî ji gotinê re jêhatî yî, tu wisa ji serjêkirina mêran re jî jêhatî yî?
Ji tirsa, xûziya Heciyê Mihê di devê wî de ziwa bû. Ji tirs, heybet û kelecanê mîna çavên gayên ku kêra qesaban dibînin, her du çavên Haciyê Mihê jî vebûn. Rengan li ser rûyê wî cih guhert, rengek hatiyê yek çû. Nedizanî destên xwe çawa veşêre ku lerza tiliyên destên wî, Tahirê Tûj nebîne. Zimanê wî di devê wî de ziwa bû. Rehên bedena wî hemûyî kişiyane ser hev. Çavên wî kuskusîn. Mûyên laşê wî bûne weke şûjinan. Recifek kete hinavên wî. Çokên wî vizbûn weke kevirekî di cihê xwe de bêbizav sekinî.
Tahirê Tûj di bin simbêlan de pê kenî û got,
- Te bersiva min neda Haciyê Mihê.
Haciyê Mihê bi dengekî ku bi xurtî ji gewriya wî derketî got.
- Ez qet nikarim, beg im. Min ti caran tiştekî wisa nekiriye.
Bi awirên ku Kurdan biçûk bibîne li wan nêrî û bi kutekutê dilê her kesî bitirs lê dida.
- Hûn Kurd ji tiştekî re nabin, hûn tenê dikarin bipeyivin. Heke hûn ji tiştekî re bibûna, we ev gawir di nav xwe de nedihiştin. Hemû gawirên ku ji deverên din revîne hatine nav we û we jî ew parastine. Kurd çawa Misilman in ku gawiran di nav xwe de diparêzin? Lêdana zengilên dilê herkesî weke ya Haciyê Mihê bitirs lê dida. Tahirê Tûj li bin ronahiya çirayê ya bêdeng, dengê xwe bilind kir;
- Hûn hemû weke hev in û hûn hemû sûcdar in. An we li dijî dewletê sûc kiriye yan jî mirovên we sûc kirine. We hemûyan ev gawir parastine û di malên xwe de veşartine. We hemûyan bîjiyên wan yên ku li van deran mane, bi zarokên xwe re di bin lihêfekê de di nav nivînên xwe de razandine. Hûn çawa Misilman in? Hûn çawa dikarin bibêjin ku hûn Misilman in?
Kurd hemû bêdeng sekinîbûn û serê xwe nizim kiribûn. Girtiyan jî weke çûkên basikşikestî bêmecal li Tahirê Tûj guhdarî dikir. Zabit û leşker weke pûtan di cihên xwe de bêyî ku xwe bilebitînin lê guhdarî dikir. Tahirê Tûj bi awirên kîndar li Kurdên wergêr û rêzanên leşkeran û her sê qurbanan nêrî. Axiftina xwe berdewam kir.
-Sûcên we ewqasî pir in bi gotinê naqedin. Gelo gava hûn van gawiran li nav xwe vedişêrin, hûn dizanin li cem Xwedê û dewletê hûn sûcekî çawa dikin? Gava hûn van gawiran di malên xwe de vedişêrin, hûn xwe dikine hevalê wan. Hûn li dijî fermanên dewletê û wacibên dîn derdikevin. Heta ku hûn van karên xirab bikin, hûn jî dê weke wan werine cezakirin.
Bi gotinên Tahirê Tûj re tirsa Kurdan zêde dibû û hemûyan serê xwe nizim kiribû. Bi her peyva Tahirê Tûj re bêtir, bêtir xwe tawanbar hîs dikirin. Ji xwe bêtir, bêtir diketine şikê ku bi rastî sûc kirine.
- Tiştên ku hûn dikin û we kirî gelekî xeter û muhîm in. Her yekî ji we bîjiyekî wan mezin kiriye û her yekî ji we gawirên nesinetkirî di malên xwe de veşartine û xwedî kirine. Li van gawirên bêîman binêrin! Binêrin bê we, ew çawa li nav xwe hiştine. Em ancex van gawirên bêîman ji nav Misilmanan derxin. Hûn Kurd hemû weke hev in, hê hûn nebûne Misilman. Bi rastî ez nizanim hûn Misilman in yan gawir in. Ku ji min bipirsin hûn gawirên yekem in.
Diviyabû ku pêşî dewletê hûn kiribana Misilman û piştre ev gawir ji nav me derxistibana. Hê jî hin dibêjin, em birayê hev ên Misilman in. Misilmanên ku nikarin serê gawiran jê bikin, ne birayê min in. Misilman divê li ku gawiran bibînin wan weke berazan serjê bikin…
* ev vegotin dê dewam bike