ARIF SILÊMAN / ANHA/ ŞEHBA
Rûspiyên kantona Şehbayê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îdayên avakirina “herêma ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de nirxandin.
Serokeşîrê Denadina, Nedîm Sadiq li ser mijare peyivî û got, “herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, ne ewle ne. Li wan herêman ji dizî, qetilkirin, talankirina milkên sivîlan, revandina mirovan û birrîna rêyan pê ve tiştek tine. Tirkiye bi xwe destekê dide komên çete yên li Sûriyê û hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de çêke. Heke bi rastî Tirkiye dixwaze şerê terorê bike, çima beşdarî Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê nebû?
Armanc zindîkirina Osmaniyan e
Ji rûspiyên êla Kêtikan li kantona Şehbayê, Yasir Şêxo jî got, “Gefên Tirkiyeyê li ser Bakurê Sûriyê hemû gelên herêmê dike hedef. Ji ber ku armanca Tirkiyeyê zindîkirina Osmaniyan li ser hesabê xwîna gelê me ye. Em ê wek gelê Sûriyê li dijî hemû gef û êrişên li ser herêmên xwe bisekinin.”
Me ew li Efrînê dîtin
Şêxê êla El-Berazî, Ehmed Ebas jî destnîşan kir ku ew avakirina “herêma ewle” ya di bin çavdêriya Tirkiyê de napejirînin: “Ji ber ku Tirkiye bûye sedema talankirin û koçberkirina gelê Sûriyê, mînaka herî berbiçav jî li Efrînê ye.”
Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne
Şêxê êla El-Betûş, Xelef Mihemed jî gefên artêşa Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, “Wek êla El-Betûş û gelê Sûriyê, em ê bi hemû hêza xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin.”