Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Xakurkê-Colemêrgê, li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî hatine kirin û herî kêm 16 esker hatine kuştin.
HPG´ê got, “Artêşa TC a dagirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla dagir bike, di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de 29’ê Gulanê derbên giran xwarin.”
HPG´ê agahiyên li ser çalakiyên vê rojî jî ev agahî parve kirin: “Hêzên me saet 09:00, 13:00 û 14:00´an li dijî eskerên dagirker ên hewl didan li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakurkê bi pêş ve biçin, çalakî kirin. Di encama çalakiyan de ku bi rêbaza sabotajê hatin kirin, derb li yekîneyên dijmin hate xistin û 4 esker hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên tîpa Skorsky cenazeyên eskerên xwe û birîndar ji herêmê rakirin.
Saet 11’an li dijî yekîneyeke din a artêşa TC a dagirker a hewl dida li Girê Şehîd Botan bi cih bibe, hêzên me çalakiyeke din kir. Di vê çalakiyê de 3 eskerên dagirker hatin kuştin, 2 esker jî hatin birîndarkirin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin, lê hate tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî, hejmara eskerên dijmin ên di encama çalakiyê de mirine bi giştî bûye 5.
Saet 14:30’î, hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlikanê çalakiyek kir. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
Saet 04:15’an, li dijî Qereqola Şovê ya li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek kir. Derb li birceke dijmin hate xistin û ev birc hate rûxandin. Di çalakiyê de 2 eskerên dijmin hatin kuştin.
Hêzên me saet 15:00´an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke din kir. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 eskerên dijmin hatin kuştin.”
Li Xakurkê herî kêm 9 esker hatin kuştin
HPG´ê nûçeyên medya Tirk ên li ser operasyona dagirkeriyê derewandin û got, “Dagirker li bin guhê berxwedana xurt a gerîla ketin, ji bo windahiyên xwe veşêrin, wan îdîa kir ku gelek gerîla şehîd bûne, bi vî rengî wan hewl da têkçûna xwe veşêrin û bi qareqara serketinên sexte raya giştî bixapînin.”
HPG´ê da zanîn ku ji destpêka operasyonê ve bi tenê hevrêyê wan Rêbaz şehîd bûye û bi qasî tesbît kirine jî, herî kêm 9 eskerên Tirk hatine kuştin.”
Gerîlayek şehîd bû
HPG´ê da zanîn di encama bombebarana balefirên Artêşa Tirk a dagirker 28´ê Gulanê li devera Şêxzade ya herêma Xakurkê gerîla Rêbaz Mahabad (Reşît Hasan Nejad) şehîd bûye. Nasnameya şehîd jî wiha hat eşkerekirin: Rêbaz Mahabad (Reşît Hasan Nejad) ê li Mehabadê ji dayik bûyî.
HPG´ê da zanîn ku gerîla Rêbaz di sala 2015’an de tevlî nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye, bi awayekî fedakar têkoşiyaye: “Rêheval Rêbaz di pêngava berxwedanê de derbên giran li dijmin dan û heta kêlîka dawîn ji bo hebûna gelê Kurd û parastina azadiya wî tevgeriyaye. Di serî de malbata rêheval Rêbaz em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û em soza bilindkirina alaya têkoşîna wî dubare dikin.”
ANF / BEHDÎNAN