Li Çiyayê Botê yê herêma Barzan a ser bi Hewlêrê, di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de welatiyekî 50 salî yê ji gundê Pêndiro şehîd bû.
Li gorî nûçeya NRT TV´yê, li Çiyayê Botê di encama bombebarana dewleta Tirk de welatiyê 50 salî yê bi navê Kazim Elî şehîd bû. Welatiyê şehîd bûyî li bajaroka Behirke dijiya.
Hate ragihandin ku ji bo komkirina pincaran ev welatî çûye wê deverê.
Ji bo wergirtina cenaze dewleta Tirk pêşîwelatî asteng kirin, lê paşê destûra 20 kesan daye biçin çiyayê Botê.
Li aliyê din Hat ragihandin ku li nêzî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê, balafireke keşfê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker ketiye xwarê û şewitiye.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, doh nîvrojê di navbera navçeya Amêdiyê û bajarokê Qedîş de balafirek keşfê ya artêşa Tirk ket xwarê û şewitî. Çavkaniyan ragihandin ku piştî ketina balafira keşfê, artêşa Tirk herêm bi balafirên şer bombebaran kiriye.
Her du bûyer jî bi rihetî bi mirovan didin gotin, li Başûrê Kurdistanê tevgereke gelekî cidî ya dagirker a hêzên dewleta Tirk heye, lê hikûmeteke ku ji vê dagirkeriyê re gotinekê bike ne li Hewlêrê ne jî di asta parêzgehan de li devereke din a Başûrê Kurdistanê nîne.
HEWLÊR / DIHOK