Piştî ku li gundê Mişrifê yê ser bi navçeya Amedê Licê helîkoptêra eskerî ya dewleta Tirk gule li gundiyan reşandin, Walîtiya dagirkeriya Tirk a li Amedê dest bi derewan kir. Walîtiyê pêr ji gundiyan re got ‘hevkar’ in, îro jî ji wan re dibêje ‘endamên rêxistinê’ ne. 

Li gundê Mişrifê yê Licê ya Amedê, beriya bi sê rojan danê êvarê helîkoptêra eskerî ya Tirk li gundiyan gule reşandibûn û di encamê de Celal Yildirim, kurê wî Bedran Yildirim û Munîr Serîn birîndar bûbûn. Celal Yildirim ê ku rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyubî, rewşa wî giran e. Bedran Yildirim û Serîn, tevî ku birîndar in, hatine binçavkirin.

Walîtiya Amedê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ji birîndaran re ‘hevkar’ gotibû. Di daxuyaniya îro de jî ji gundiyan re got ‘endamên rêxistinê’.


Hemû sivîl in

Xizmên Celal Yildirim jî gotibûn, “Celal û Munîr li gel ku birîndar jî bûn eskeran ew tazî kirine û êşkence li wan kirine. Laşê wan, û ser û çavê wan şîn û reş bûne. Agahiyên ku ji me re hatin pirr xirab in. Diranên Celal şikandine, êşkence lê kirine. Em nikarin vî tiştî qebûl bikin. Celal sivîl e, bavê 13 zarokan e, çawa dikarin jê re bibêjin ‘terorîst’.

Birayê Munîr Serîn, Mendûh Serîn jî got, “Dema ku birayê min baxçe av dida gule lê reşandin. Hatibûn ku sivîlan bikujin. Li me jî reşandin.” Munîr Serîn bi vê awayî gotinên Walîtiya Amedê li derewê qelibandin.


Li sivîlan reşandin

HDP li dijî derewên Walîtiya Amedê li cihê bûyerê li bûyerê lêkola. Wekîlên HDP’ê Ziya Pîr, Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp li gund lêkolan, çavdêriyên xwe bi raya giştî re par ve kirin. Pîr got, “Em ji heman komkujiyê ditirsin. Bi fermana Suleyman Soylû li gundên Kurdan tetbîqata eskerî dikin. Di vê tetbîqata zindî de li sivîlan direşînin, navê vê sûcê şer e.”


Êşkence kirin, înkar dikirin 

Keça Celal Yildirim, Mavîş Yildirim a ku li Licê dewleta Tirk gule li bavê wê reşandibû, diyar kir ku her tişt beriya ‘qedexeya derketina derve’ hate kirin û êşkenceya ku li gundiyan hatiye kirin jî tê înkarkirin. 

Mavîş Yildirim wisa qala bûyerê kir, “Ez û birayên min me li malê şîv dixwar. Piştî xwarinê bavê min Celal û birayê min Bedrî ji bo avdaniya zeviyê bi traktorê çûn gund. Piştî wê bi 5 deqeyan bûyer pêk hat, dengê çek û bombeyan hat. Piştî deng em reviyan şaneşînê, me dît ku dû rabû û ez ber bi gund ve beziyam. Dema gihiştim gund min dît ku eskeran dora gund girtiye. Gundî ketibûn malên xwe û li meydana gund kes tinebû.”

Mavîş diyar kir ku wan gelek caran ji leşkeran re gotiye, “Birîndar hene” lê eskeran gotiye “Tişt bi kesî nehatiye, ji vir biçin. Dema bavê min û birayê min dikevin nava gund, ji helîkopterê guleyan li wan direşînin. Bi guleyan re xwe ji traktorê diavêjin. Piştre jî ji helîkopterê guleyan li wan direşînin û birîndar dibin. Piştre jî esker cilên wan ji wan dikin û îşkenceyê li wan dikin.”

Yildirim anî ziman, dema ew hatiye cihê bûyerê diranên protez ê bavê wê û atletê birayê xwe dîtiye û got, “Min wêneyên van tiştan girt. Ji ber ku piştre dibêjin, êşkence nehatiye kirin.”


 NAVENDA NÛÇEYAN