Zubeyir Aydar: Têkoşîna miletê Kurd di meydana navneteweyî de rewa bû. Dagirker ketin rewşeke nerewa. Dagirkirina Kurdistanê bi destê dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ne rewa ye.
Remzî Kartal: Niha em parêzerên li dozên Kurdan dinihêrin hemûyan tînin cem hev, ew ê bi hev re biryarê binirxînin. Di encamê de bi parastineke hevpar wê li her welatî hewldanên hiqûqî bikin.
Dadgeha Bilind a Temyîzê ya Brukselê 28´ê Çileyê 2020´an, biryara Dadgeha Brukselê ya ku PKK weke aliyê şer qebûl dikir, piştrast kir. Bi vê biryarê êdî rê li ber dozên li dijî Kurdistaniyan bi tohmeta terorîstiyê hat girtin. Veysi Işik bi hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KNK´ê Zubeyir Aydar re peyivî. Herduyan biryara dadgehê ya ku dixwest, têkoşîna PKK´ê di çarçoveya hiqûqa şer a navneteweyî de bê nirxandin, girîng dît. Kartal got, ew ê têkoşîneke nû ya hiqûqî di demeke kurt de bidin destpêkirin û niha ew parêzerên elaqedarî dozên Kurdan tînin cem hev. Aydar jî got, biryarê rewabûna têkoşîna Kurdan li dijî dagirkeran nîşan daye.
Kurd dikarin li ser navê PKK´ê çalak bin
Endamê Konseya Rêveber a KNK´ê Zubeyir Aydar bi xwe got, ew ê hewl bidin ku Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê doza ji lîsteya rêxistinên terorîst derxistina navê PKK´ê ji esasê ve ji nû ve binirxîne û li serê biryarê bide. Ji bo armanca xwe ya ji vê jî wî got, “Armanca me ya esasî ew e ku PKK bi temamî ji lîsteyê bê derxistin.”
Aydar encama biryarê ji bo Kurdên li Belçîkayê jî nirxand û got, “Kurd êdî li Belçîkayê dikarin her xebatê li ser navê PKK´ê bikin, êdî ti astengî nîne. Vê dozê deh salan dewam kir. Me têkoşîneke mezin a hiqûqî kir. Ev biryar ji bo ku pêşhukm bişikin jî bû nîşaneyeke girîng.”
Têkoşîna azadiyê rewa ye
Ji bo encamên biryarê yên derveyî siyaseta Belçîkayê û ji bo meseleya rewabûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan jî, endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar got, “Hêzên naveneteweyî heta îro bi argumanên dijberê me, ji me re digotin, ´hûn li dijî dewletê ku hêzeke rewa ye, şer dikin; naxwe hûn terorîst in´. Lê niha bi vê biryarê re têkoşîna me ya li dijî dagirkeran rewa bû. Êdî ti kes wê nikaribe ji ber ku em xwe diparêzin, ji me re bibêje, terorîst. Têkoşîna miletê Kurd di meydana navneteweyî de rewa bû. Dagirker ketin rewşeke nerewa. Dagirkirina Kurdistanê bi destê dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ne rewa ye.”
Têkoşîneke hiuqûqî û siyasî ya nû
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li ser biyarê pêşî bi bîr xist ku di lîsteya rêxistinên terorîst de bicihkirina navê PKK´ê biryareke siyasî ye di çarçoveya destwerdana DYE û hevgirîn wê ya li Rojhilata Navîn de û got, “Sedemek ew e ku di destwerdana xwe ya Rojhilata Navîn de Tirkiyeyê bikişînin aliyê xwe. Sedema din jî ew bû ku PKK ya xweser tevdigeriya sînordar bikin. Niha bi vê biryara hiqûqî re li tevahiya dinyayê em ê têkoşîneke nû bidin destpêkirin.”
Ji bo karê pratîk ê darîçav jî hevserokê KONGRA-GEL got, “Niha em parêzerên li dozên Kurdan dinihêrin hemûyan tînin cem hev, ew ê bi hev re biryarê binirxînin. Di encamê de bi parastineke hevpar wê li her welatî hewldanên hiqûqî bikin. Bi vê biryarê re êw ê hem li Ewrûpa hem jî li Emerîkayê, li tevahiya dinyayê têkoşîneke hiqûqî û siyasî li dijî lîsteyên terorê bidin destpêkirin. Bi vê biryara dadgeriya Belçîkayê her Kurd dikare li dijî lîsteyên terorê dozan veke, têkoşîna hiqûqî bike, hewl bide partiyên siyasî qaneh bike. Ev lîsteyên sedemên wan siyasî, miletê Kurd li ber çavê raya giştî ya cihanê krîmînalîze dike. Ew dibin sedem ku mafên wan ên aborî, çandî û demokratîk bên desteserkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN