Kurdistanî û dostên wan li her derî û her roj çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava çalakiyên xwe dikin. Di çalakiyan de peyama sereke ew e ku têkoşîn heta şikandina dagirkeriyê wê dewam bike.
Li balefirgeha Frankfurtê çalakgeran gîşeyên şirketa Rêyên Hewayî ya Tirk asê kirin û peyama “Şer li vir dest pê dike, niha li vir Rojava biparêze” da. Karê gîşeyan bi çalakiyê bi temamî hat sekinandin.
Li paytexta Katalonyayê Barcelonayê dostên Kurdan ên Katalan peyama piştgiriyê dan Kurdistaniyan û bi çalakiyeke taybet xetên telefonê yên konsolosxaneya dewleta Tirk a li Barcelonayê xitimandin.
Li seranserê Ewrûpayê çalakiyên piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê ya Rojava li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk dewam dikin. Ji bilî çalakiyên protestoyî, çalakiyên îtaetnekirina sivîl jî hene. Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê çalakgeran gîşeyên Rêyên Hewayî yên Tirk bi zincîra mirovan girt û peya me, “şer li vir dest pê dike, niha li vir Rojava biparêze” da. Wekî din li bajarên weke Hamburg, Hildesheim, Kiel, Giessen, Mannheim û Barcelonayê jî çalakiyên xwedîderketina li Rojava hebûn.
Şer li vir dest pê dike
Li Frankfurtê çalakgeran li balefirgeha navneteweyî çalakiyeke îtaetnekirina sivîl kir û pêşiya gîşeyên şirketa Rêyên Hewayî ya Tirk (THY) bloke kir. Çalakgeran li pêşiya gîşeyên THY´yê zincîreke ji mirovan çêkir. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên xwe dagirkeriya dewleta Tirk a li rojava şermezar dikin hatin nîşandan. Bi çalakiyê karê li gîşeyan bi temamî sekinî.
Çalakgeran peyamên weke “şer li vir dest pê dike, niha li vir Rojava biparêze” dan. Çalakiyê li Termînal 1 Hall B’yê dest pê kir û dema nûçeya me dihat amadekirin jî çalakiyê dewam dikir.
Li bajarê Elmanyayê Giessenê jî çalakiyên xwedîderketina li Berxwedana Rûmetê dewam kirin. Di çalakiyê de nûnerê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Şêxo peyivî û got, “Dibe ku em şehîd bibin, dibeke ku malên me bên xirakirin, lê têkoşîna me wê dewam bike.”
Di çalakiyê de belavoka KON-MED’ê jî hat xwendin û çalakî bi gotina sloganên ‘Erdoganê Terorîst’, ‘Kujerê zarokan Erdogan’, ‘Eskerên Tirk ji Kurdistanê bicehemin’, ‘Bijî Rojava’ û wekî din bi dawî bû.
Li dijî dagirkeriyê yekîtî lazim e
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Hamburgê bi mîtîngeke li ber parlamena eyaletê careke din hat rûreşkirin. Nûnerê KNK´ê Serhat Çetinkaya li vir got, ji bo pêşîgirtina li siyaseta dagirkerî û qirkirinê pêdiviya Kurdan bi bêhtir yekîtiyê heye.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê, Leyla Kaya jî got, armanca êrişê Şoreşa Rojeva ango Şoreşa jinê ye. Îro jî mîtîng wê li gara trênan a Sternschanze saet 15´an pêk bê.
Li Hildesheimê weke her roj Kurdistanî û dostên wan pankarta ‘Şoreşa Rojava: Heremparêzî, Feminîzm, Demokrasîya bi xelkê, Piştgiriya bi berxwedana antîfaşt re’ hildan. Endama YJK-E´yê Hakime Yousef di çalakiyê de got, “Em tekoşîna xwe xurt bikin, em xwe bi rêxistin bikin û em dawama berxwedana Rojava li vê derê jî bimeşînin.”
Birayê şehîd Şivan Enterî jî di çalakiyê de peyivî û got, “Birayê min 7 zarokên wî hene. Lê ez careke din xwîna wî li Gelê Kurd pîroz dikim. Ez xwîna wî li zarokên Rojava pîroz dikim. Lê ez mizgînîyê dixwazim bidim we, em bi serketine”.
Alayên YPJ/YPG´ê li her derî
Li Kielê, bi beşdariya Civaka Elewî, Kurdistan Solidarität, AntiFa, Die Linke, dagirkeriya dewleta Tirk hat rûreşkirin. Çalakgeran got, heta dagirkerî bi dawî bibe çalakiyên wan wê dewam bikin. Di çalakiyê de alayên YPG, YPJ´ê hatin hildan û sloganên Bijî Berxwedana Rojava, Bijî YPJ, Bijî YPG hatin gotin.
Li Mannheimê çalakger li ber gara trênan civiyan. Dengê Bijî Rojava û Erdoganê Terorîst li meydanê holan da.
Li Nurnbergê li ber dêra Lorenzkirche çalakî hebû. Kurdistanî û dostên wan ên beşdarbûyî tevî helwêsta xirab a polîsên eyaletê jî alayên YPG û YPJ´ê hilgirtin. Çalakgeran komkujiyên di dema dagirkeriyê de jî şermezar kir.
Li Stuttgartê platforma Defend Rojava çalakiyên li Meydana Kobanê (Schlossplatz) dewam kirin. Deniz Amed ê endamê platformê, dagirkerî, talan û bi komî kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirk bi bîr xistin û got, ji ber vê Kurd dixwazin li vir û li her derî dengê xwe bidin bihîstin. Paşê hunermendê ji Efrînê, Kawa Bakr li ser Kobanê stranek got.
Li Katalonya jî bijî Rojava
Li paytexta Katalonyayê Barcelonayê çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk didomin. Dostên Kurdan doh bi vê armancê bi telefonê li Konsolosxaneya Tirk a li Barcelonayê geriyan û kirin ku xeta wan a telefonê bloke bibe. Çalakiyên li Barcelonayê bi rê û rêbazên cuda didomin.
NAVENDA NÛÇEYAN