SERKAN DEMÎREL / ANF/BERN

Parlamenterên Partiya Sosyalîst ên li Swîsreyê, bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê xist rojeva Parlamena Neteweyî ya Swîsreyê û li dijî Tirkiyeyê daxwaza mueyîdeyan kir. Wezîrê Karên Derve jî diyar kir ku ew ê mijarê bişopînin.

Parlamenterên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Carlo Sommaruga û Claudia Friedl pêşnûmayek da Parlamena Neteweyî ya Swîsreyê. Parlamenteran bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP’ê û ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest li dijî Tirkiyeyê mueyîdeyan lê bike .

Claudia Friedl bi bîr xist ku şaredarên Wan, Amed û Mêrdînê bi qeyûman hatine dagirkirin û ji hikumeta Swîsreyê pirsî ka helwêsta xwe ya li dijî vê yekê wê çawa diyar bike.

Wî ji Wezîrê Karên Derve pirsî, “Gelo Konseya Federal vê bêhiqûqiyê nîqaş dike, eger nîqaş dike herî dawî kengî xist rojeva xwe? Swîsre ji bo zextê li Tirkiyeyê bike li benda çi ye? Çima nerazîbûna xwe ya li pêşberî vê rewşê bi raya giştî re parve nake?”

Hikûmet mijarê dişopîne

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazo Cassis jî bi rengekî devkî bersiv da pirsên parlamenterên SP’ê û got, ew mijarê ji nêz ve dişopînin: “Swîsre bi rengekî bi rêk û pêk bang li Tirkiyeyê dike ku li gorî serweriya hiqûqê, pîvanên hiqûqa gerdûnî û berpirsyariyên xwe yên navneteweyî tevbigere, hurmetê nîşanî wan bide. Konseya Federal gelekî girîng dibîne ku hikûmeta Tirk bi hurmeta li mafên mirovan û demokrasiyê tevbigere.”