Mertalên Zindî ku ev bû 15 roj li Binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiya xwe dewam dikin, pêr êvarê bi gelê herêmê re meşeke bi meşele li dar xist.
Şevê din bi dehan şêniyên gundên Suredê, Balayan, Naw Deştê û Pirdeşalê destek dan Mertalên Zindî û bi wan re meşiyan.
Di meşê de ku li gundê Pirdeşalê çêbû li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Lana Qendîl axivî û got, “Serî hildin û dagirkeriyê bixin binê erdê. Em ê wekî ciwanên Kurdistanê bi ruhê Avesta Xabur li dijî faşîzma dewleta Tirk li ber xwe bidin. Berxwedana Qendîlê wê planên tinekirina Kurdan têk bibe. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû beşên Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan û li dijî nokerî, xiyanetê helwêstê nîşan bidin.”
QENDÎL