Ciwanên li Başûrê Kurdistanê ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya partiyên siyasî yên Kurd helwesta xwe nîşan bidin, doh dest bi meşa ber bi Qendilê ve kirin. Ciwanên Kurd wê li dijî dagirkeriyê bibin mertalên zindî.

Bi sedan kes ji Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Komelên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi ‘Dirûşma li dijî dagirkeriya Tirk Serî Hilde’ berê xwe dan Qendîlê, û ew ê bibin mertalên zindî.

Ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê doh danê sibehê bi sedan kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ber bi Qendîlê ve bi rê ketin. Komelên Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer pêşengiya çalakiyê dikin. Ji Kerkûk, Silêmanî, Şarezûr, Pênciwên, Ranya, Hewlêr, Germiyan û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê, welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Girse li Silêmanî kom bû, bi navê hemû çalakvanan saet 09.00’an li ber Parka Nalî, der barê armanca çalakiya xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endamê Komelên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, Wilyam Berzencî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ew li dijî dagirkeriya Tirk bi dirûşma, ‘Li dijî dagirkeriyê Serî Hilde’ diçin Qendîlê û dibin mertalên zindî. Li gorî daxuyaniyê, xelkê ji hemû bajaran kom dibe, wê li Ranya bigihîje hev û ji wir jî berê xwe bide Qendîlê.

Mertalên zindî li ser rêya xwe ne

Di daxuyaniyê de wekî din hat gotin ku li Qendîlê ew ê daxuyaniyeke girseyî bidin çapemeniyê, li dijî dagirkeriya Tirk ku dixwaze Qendîlê û bi giştî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Paşê jî beşek ji ciwanên Başûr wê li herêmê kon vedin û bibin mertalên zindî ji bo Qendîlê.

Ciwanên Başûr pankartên bi nivîsa, “Dijmin bombebaran jî bike, ciwan çiyayan xalî û terk nakin’ û ‘Serî Hilde, dagirkeriyê ji holê rake’ hildan.

ROJNEWS/SILÊMANÎ