Lale Koçgun ev demeke dirêj e bi muzîkê re elaqedar e, lê konsera xwe ya yekê hîna nû wê li bajarê lê dimîne, yanî li bajarê Elmanyayê Mainzê li dar bixe. Nîvê dahata konsera xwe jî ji Rojava re vediqetîne. Konser yekşema bê li Haus der Kulturen a Mainzê çêdibe. Koma Lale Koçgun (Yasemin Fil, Ali Erel û Bulent Meral) wê derkevin ser dikê. Nîvê dahata ji konserê wê ji Rojava re bê şandin. Di dema konserê de wekî din Mustafa Yeşilyurt, Eser Baki û Diako Nahid jî derdikevin ser dikê.
Konser li Haus der Kulturen a li navnîşana Wormser Str. 201, 55130 Mainz ê çêdibe û saet 17´an dest pê dike.
MAINZ