Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo piştgiriya bi Rojava re li bajarê Lyonê yê Fransayê bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê roja Yekşemê şevek hate lidarxistin.
Siyasetvan Nîmet Sevîm li vir axivî, cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û berxwedana Rojava silav kir. Sevîm got, piştî serketina Kobanê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdistanê li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû û got, dewleta Tirk hebûna xwe li ser înkar û tinekirina Kurdan daye rûniştandin: “Em bawer dikin, em dikarin jiyaneke azad û demokratîk ava bikin.”
Hunermend Hozan Comert, Rûmet û Rojînda Efrîn di şevê de derketin ser dikê. Dahata şevê wê ji Rojava re bê şandin.
ANF/LYON