Cemîl Karabulut got, 30 sal in ku ew daholvaniyê dike, meha Remezanê tevî birazî û zarokên xwe li daholê didin û meha Remezanê  welatiyan radikin paşîvê. Karabulut da zanîn ku hemû zarokên dibistanê diqedînin dest bi daholvaniyê dikin.


Li 16 taxan li daholê didin

Karabulut got, karekî din ji destê wan nayê, neçar in vî karî bikin û wihapeyivî: "ez bi vî pîşeyî 16 zarokan xwedî dikim. Em meha Remezanê welatiyan radikin paşîvê. Piştî Remezanê jî em diçin dawetan. Li Qoserê ji bilî me kesek vî karî nake."
Cemîl Karabulut got, her şev saet di 01:30'î de, heta banga sibê ew li daholê didin û wiha peyivî: "Welatî jî eleqeyê nîşanî me didin. Bexşîşê didin me. Ez, bira û zarokên min, komeke 12 kes in û em 6 ekîb in. Em bi wesayîtekê, 5 motoran li 16 taxên Qoserê digerin û welatiyan radikin paşîvê. Em ji kesekî re nabêjin îla hûnê evqas pere bidin. Piştî 15'ê Remezanê, em mal bi mal digerin û dibêjin daholvanê we hatiye. Welatî jî bexşîşê didin me. Bêguman hinek kes nadin, lê xwedê ji yên didin jî, ji yên nadin jî razî be." 

DIHA/MÊRDÎN