
Hevserokê KODAR’ê Rêzan Cawîd sedema ku DAIŞ berê xwe daye Kurdistanê, çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanî ku li tevayî Kurdistan, derveyî welat û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê pêş ketin nirxand û bangên girîng li gelê Kurd kir. Cawîd têkildarî serhildanên xwedîderketina li Kobanê wiha axivî: “Xwedîderketina gelê Kurd li berxwedana Kobanê bû sedem ku ev siyaseta qirêj û tijî dek û dolab li van hêzan bizivire. Ji ber vê siyaseta qirêj, îro Tirkiye rû bi rû ye qeyraneke pir mezin e. Xwepêşandan û serhildana li bakurê Kurdistanê û di yek şevî de rabûna ser piyan a gelê Kurd li her beşeke Kurdistanê û derveyî welat hêza Kurdan nîşanî her kesî da.”
‘Dewleta Tirk û DAIŞ yek in’
Cawîd diyar kir ku pêngava li hemberî Kobanî dane destpêkirin pêngaveke dewleta Tirk a tolhilgirtinê ya ji gelê Kurd ê azadîxwaz e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber Kurdên azadîxwaz nehiştin projeyên xwe yên ji Mûsilê bigire heya Qesrî Şîrîn pêk bîne û têkşikand. Hedef ew e ku Kobanê bi temamî têk bibin û komkujiyeke mezin pêk bînin. Ji ber dawî li lîstika balyozxaneyê hat û ti encam jê dernexist. Lê xwestin dîsa jî li ser vê bilîzin û bi hinceta ku ew dîplomatên wan serbest berdewan ji lewma ew jî serbazên wan berdan. Heya deqîqeya dawî jî lîst û hîna jî hewl dide bilîze. Bêhed û hesap cebilxane û alîkariya lojîstîkî, tendûristî da bi DAIŞ’ê. Armanc ew bû ku di navbera Bakur û Rojava de herêmeke tampon ava bikin û ew herêm bikin qada şer. Hebûna DAIŞ’ê ya ser sînorê Bakur û Rojava jî bikin sedema destwerdan li Rojava.”
Cawîd der berê herema tampon de jî ev tişt anî ziman: “Herêma tampon ji ber qadekê diyar dikin ku bi temamî ji gel were paqijkirin û bibe qadek şer ku ji derveyî artêşa Tirk tu hêzek nemîne. Ev jî tê wê wateyê ku ev herêma tampon bibe alîkar ku rasterast alîkariyê bi DAIŞ’ê bide û hezar û yek dek û dolaban li wir rêkbixin. Ji lewma serokomarê Tirk, serokwezîr û fermandarê giştiyê artêşê li hev civîn û rêk û rêbazên nû yên destwerdanê nîqaşkirin. Ev jî ew bû ku çend topan bavêjin ser gundên sînor yên Bakur da ku mafê destwerdanê ji wan re biafire û herêma tampon ava bikin. Ev herêma tampon projeya hevbeş a dewleta Tirk û DAIŞ’ê ye. Ev jî bihevkariya Qatar dikin.”
‘AKP ne dostê Kurdan e’
Hevserokê KODAR’ê Rêzan Cawîd got ku AKP ne dostê Kurdan e û wiha axivî: “Mixabin û bi xemgînî tînim ziman ku Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî radibe şahidiyê ji AKP’ê re dike û dibêje ku bi tu awayî AKP, alîkarî nade DAIŞ’ê û dostê me ye. Rast e! Dostê we ye ango dostê PDK’ê ye lê ne dostê Kurd e. Di vir de ferqeke mezin heye. AKP êrîşeke kujer bi rêya DAIŞ’ê dibe ser gelê Kurd, komkujiyên mezin çêdike, bi hezaran însanên me ji cih û warên wan kir dike lê, tuyê tevî van tiştan tev rabî şahidiya dewleta dijminê Kurdan bikî. Enfala Başûr çibe Şengal jî her ew e. Ya rastî şahidiya wî şahidiya rovî ye.”
Cawîd di berdewama axafina xwe de bal kişan ser kanal Rudawê jî û wiha got: “Dixwazin ev alîkariya dewleta Tirk a ji DAIŞ’ê re veşêrin û li gorî wê jî raya giştî ya Kurd bixapînin. Hinek kanalên wan ên di rêzên DAIŞ’ê de cih digirin hene weke mînaka vê ya herî berbiçav jî kanala Rûdawê ye. Endamên artêşa Tirk di nava DAIŞ’ê de hatine dîtin, eksên wan yên belavbûne hene û ketine dest hene. Ragihandinên nêzê wan hîna jî hewl didin vê rastiya ku bi dehan caran hatiye selmandin vêşerin. Vêya ji kî vedişêrin gelo? Ev xiyanete li wijdan, xiyanete li Rojnamevanî. Ma kanala BBC bixwe dîmen ne weşand ku kamyonên Tirkiye yên tijî cebilxane derbasî rojava bûn. Ev rastiyeke ewqas e aşkera ye eger li holê hebe û tevî vê yekê parastina dewleta Tirk tê çi wateyê.”
Cawîd diyar kir ku divê hesab ji kesên AKP’ê diparêze bê pirsîn û wiha got: “Projeya DAIŞ û Tirkiyê ya ji bo Kurdan yeke. Yê wan biparêzin û şahidiya wan bikin jî wek wan in, ji derveyî vê tişteke din nîne. Divê her kes sînorên xwe diyar bike. Divê li Kurdistanê ref diyar bibin ka kî dostayetiyê li gel kê dike û xeta xwe çi ye. Bila kes hewl nede serê gelê Kurd tevlihev bike. Ya li Şengalê jî li Kobanî jî rû dide komplo ye. AKP bi taybet li ser vê projeyê kar dike da ku pêvajoya çareseriya demokratîk û hêza berxwedêr a Kurdê azadîxwaz têk bibe. Lê Gelê Kurd bersiveke zehf xweş da siyaseta AKP’ê.Divê li Kurdistanê hesab ji AKP û yên şahidiya AKP’ê dikin were xwestin.”
Hevserokê KODAR’ê Rêzan Cawîd wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwedî derketina gelê Kurd li berxwedana Kobanî bû sedem ku ev siyaseta qirêj û tijî dek û dolab li van hêzan bizivire. Ji ber vê siyaseta qirêj, îro Tirkiye rûbirûyê qeyraneke pir mezin e. Xwepêşandan û serhildanên li Bakur û di yek şevê de rabûna ser piyan a gelê Kurd ya li her beşeke Kurdistanê û derveyî welat hêza Kurd nîşanî her kesî da. Ev rêzeçalakiyên zehf pîroz bûn ku ne hiştin Kobanê bikeve. Çalakiyên gelê me yê rojhilatê Kurdistanê zehf bihêz bû û divê zehf bihêztir jî bibe. Ruhê berxwedana Kobanê, ruhê gerîlayên Kurd di nava her Kurdekî de bicih bûye. Ev berxwedana topyekûn plangeriya van hêzên rasterast û yan jî ne rasterast palpiştiyê ji DAIŞ’ê re dikin pûç kir.”
‘Beşdarî têkoşînê bibin’
Ciwan di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku azadî nêzîke û ev tişt anî ziman: “Divê ciwanên Kurd rûniştina li malê ji xwe re weke xiyanetê bibînin. Divê rabe têbikoşe, bêdengiyê hêjayî xwe nebîne. Ji bo jiyaneke herî baş, jiyaneke herî serkeftî û jiyaneke azad divê ciwanên Kurd rabin û di nava refên têkoşînê de pêşengiyê bikin. Divê tevahî civaka me bêje ‘roj roja têkoşînê ye’. Ev wê bersiva herî watedar a ji bo şehîdan be.”
Ew li gel DAIŞ’ê ne
Hevserokê KODAR’ê RêzanCawîd got ku li ku derê kîjan hêz an jî dewlet li dijî xwepêşandan û çalakiyên mafdar yên gelê Kurd ên li dijî DAIŞ’ê derkevin û astengî çêbikin ew ligel DAIŞ’in û dibe ku di axaftin de dibêjin ‘em dijberin’ lê divê herkes li kiryar û pratîk binêre. Cawîd wiha got: “Eger li dijî DAIŞ’ê bin îro gelê Kurd li dijî DAIŞ şer dikin. Kî dixwaze li dijî DAIŞ helwest bigire divê di kêleka gelê Kurd bisekine û li dijî DAIŞ’ê bi hevre tekoşîn bikin.”
BÊRÎTAN ZAGROS/ANF/BEHDÎNAN