Çeteyan bi hawanan bejahiya Tilbenat a ser bi Şengalê, ku piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne bombebaran kirin. Li gor agahiyan 8 topên hawanê li Tilbenatê, 2 jî li gundê Xezî yê ser bi Tilbenatê ketine. Ji ber bombebaranê tiştek bi kesî nehat, lê belê yek ji hawanan li hewşa malekê ket. Ji dema dagirkeriya DAIŞ‘ê ya Tel Afer û Baajê û vir ve cara sêyemîn e ku wargehên Êzîdiyan ên li Tilbenatê tên bombebarankirin. Yek ji wargehê Êzîdiyan ê li Şengalê di bin dorpêçiya çeteyên DAIŞ‘ê de ye gundê Girzerik e. Çete 400 metre dûrî gund, ji sê aliyan ve kozik kolandine û li dora gund bi cîh bûne. Cihên ku çeteyên DAIŞ’ê lê çeper vedane jî zeviyên Kurdên Êzîdî ne. Tevî ku li van cihan hêzên pêşmerge hene jî, şêniyên herêmê nerazî ne ku pêşmerge li hemberî vê tevgera DAIŞ’ê dengê xwe dernaxîne.
Sînorê navbera Şengal-Rabîa, li aliyê Sûriyeyê di bin kontrola hêzên YPG’ê de ye, li aliyê Iraqê jî (Rêya bejahî ya Şengal-Rabî) di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye. Tevî ku rêya bejahî di bin kontola Pêşmergeyan de ye jî timî rastî êrîşa DAIŞ‘ê tê. Wesayîtên sivîl yên ji rêya bejahî derbas dibin tên bombekirin, wesayît tên gulekirin, mirovên sivîl tên kuştin û birîndarkirin. Berî 5 rojan di encama gulereşandina wesayîteke sivîl de 8 kes birîndar bûn. Beriya 15 rojan jî di encama teqîna mayîneke çeteyan çandibû de, 2 jê zarok 4 sivîlên di wesayîtekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Li qadên ku tê gotin ji aliyê pêşmergeyan ve tê parastin, di nava gel de bêewlehî heye. Gel bi fikar e. Ji tedbîr û helwesta pêşmergeyan a li hemberî êrîşan gazinan dike. Dixwazin tavilê hêzên leşkerî yên Kurd ên din dest bi parastina Şengalê bikin.
XEYRÎ KIZILER / ŞENGAL