Maiziere diyar kir ku alîkarî û propagandaya ji bo DAIŞ’ê, nîşandana sembolên wê, her şêweyên xebatên destekê didin rêxistinê, komkirina malzeme û pereyên ji bo rêxistinê, bi taybetî jî peydakirina endaman ji bo rêxistinê hatiye qedexe kirin û ragihand ku her karê li hemberî vê qedexeyê bên kirin, êdî sûc e. Wezîr Maiziere diyar kir ku ew ji ber tevlîbûna ciwanan ji Ewropayê li nav refên Sûriye û Iraqê bi guman in û axaftina xwe wiha dewam kir: “DAIŞ li dijî ewlekariya Elmanya gefeke. Ji Elmanyayê nêzî 400 kes çûn Iraqê û Sûriyeyê. Agahî gihaştin me ku ji van 40 kesan jiyana xwe ji dest dane. 100 ji van jî li Elmanyayê vegeriyane. Piraniya kesên vegeriyane, xeyalên wan şikestîne û bûne xwedî tecrûbeya şer. Her wiha hînî hêrs û kuştinê bûne. Emê rê nedin organîzasyoneke terorê ya mîna DAIŞ‘ê ku li dijî sekin û nêrîna azadîparêz a gelê me ye. Di mijara tevlîbûna ciwanan li nava refên van komên radîkal û radîkalbûyîna ciwanan de divê her kes berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bînin.”
Wezîrê Karên Hundir ragihand ku qedexeya wan ragihandiye, di têkoşîna li dijî terorîzmê de gaveke girîng e û got, “Ev yek di heman demê de ji bo azadî û ewlekariya li Elmanyayê gaveke girîng e. Ev yek bi tenê li dijî terorîstên olê bi hovane bikar tîne ye.” Maiziere diyar kir ku Misilman li dijî terora barbarî ya DAIŞ‘ê derdikevin û got, “Ev qedexe di heman demê de li gorî berjewendiya Misilmanên li welêt e. Ev qedexe wê yekgirtin, azadî û hiqûqa di nava civakê de xurtir bike.” Lê belê ji ber ku biryara dadgehê nîne, qedexeya li hemberî DAIŞ’ê hat ragihandin, nayê wateya îlana DAIŞ’ê weke rêxistineke terorîst.
BERLÎN