Şervanên QSD`ê li gundê Hemam ê nêzî Bendava Azadî, di operasyona lêgerînê de du tangên çeteyan ên derbxwarî desteser kirin. Li aliyê din bi operasyoneke hewayî ya hevpar a bi hêzên Emerîkî re, yekîneyeke çeteyan a li nêzî gundê Şenîne yê nêzî Reqayê bi temamî hat bêtesîrkirin. Şervan li aliyê din ketin bajarokê Mesûra û li vir jî şerên dijwar diqewîmin dema ku nûçeya me dihat amadekirin.

Çavkaniyên leşkerî ji Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, raghandin ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gundê Hemam ku 500 metroyan li rojavayê Bendava Azadî ye, du tangên çeteyan desteserkirine. Gundê  Hemam beriya niha bi sê rojan ji çeteyan hate rizgarkirin.

Şervan ketin bajarokê Mensûra

Li aliyê din Şervanên QSD`ê ji aliyê başur-rojava ve ketin bajarokê Mensûra.

Operasyona xurtkirina parastina bajarê Tebqayê, dewam dike. Şerê ku pêr nîvrojê li ser êrîşa çeteyan li derdora Mensûra û rojavayê Bendava Azadî qewimîbû jî dema nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir.

Doh danê sibehê, şervanên QSD`ê ji milê başur-rojava ve ketin bajarokê Mensûra.

Li aliyê din, ji pêr bi şev ve di şer de gelek çete li herêma Mensûra û Bendava Azadî hatin kuştin. Termê 3 çeteyan tevî 4 kalaşnikof, roketavêjek B-7, 2 rextên xwekujî û qederek cebilxaneya çeteyan, kete destê şervanan.

Fermandarên QSD`ê diyar kirin ku ji ber zêdebûna mayînan bipêşveçûyîna şervanan giran dibe. Bajarokê Mensûra 20 kîlometroyan li rojhilatê Tebqayê ye.

Operasyona hewayî ya hevpar

Li aliyê din hin saziyên çapemeniyên biyanî ragihandin ku hêzên YPG´ê yên dijî terorê (YAT) û hêzên taybet ên Emerîkî bi operasyoneke daxistina ji hewayê ve, dest werdane komeke ji çeteyên DAIŞ´ê yên li gundê Şenîne bi cih bûyî. Nûçe xwedispêrin çavkaniyeke ji nava YPG´ê ku dibêje, ev bûyer beriya du rojan qewimiye. 

 Çavkanî da zanîn, pêşî di encama keşfa berfireh de agahî tên ber destê wan ku çeteyên DAIŞ´ê li gundê Şenîne yê li Rojhilatê Reqayê bi cih bûne. Piştî vê yekîneyên YAT´ê û hêzên taybet ên Emerîkî bi hev re ji hewayê vê nêzîkî vê deverê hatine danîn. Di şer de herî kêm 8 çete hatine kuştin û 4 jî bi saxî hatine girtin. Çavkaniyê da zanîn ku ev çeteyên sax hatî girtin halê hazir ketine ber lêpirsînê û îfadeya wan tê girtin. Heman çavkaniyî da zanîn ku ti zirar û ziyan li hêzên YAT´ê û yên Emerîkî  nebûye.

Cangoriyên Xezeba Firatê

Li aliyê din Navenda Raghandinê ya YPG`ê nasnameya 5 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê, eşkere kir.

Navendê têkildarî nasnameyên cangoriyên Xezeba Firatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, Dilovan (Hesen El Elî) yê li Tebqayê ji dayikbûyî 27´ê Gulanê li Tebqayê şehîd bûye, Heqî Terkan (Zulkuf Aslan) 31´ê Gulanê li gundê Reqayê El-Hemamê şehîd bûye, Numan Hesekê (Rustem Mihemed) li Hesekê ji dayik bûyî 31´ê Gulanê li Reqayê şehîd bûye, Rûbar Çemçe (Omer Yildiz) 31´ê Gulanê li gundê Reqayê El-Hemam şehîd bûye, Şoreş Diyar (Silêman Ebdilbaqî Ehmed) ê li Qamişlo ji dayik bûyî 31´ê Gulanê li Reqayê şehîd bûye. 


50 hezar kes vegeriyan Tebqayê

Mirovên ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê ji Tebqayê koç kirin, piştî azadkirina Tebqayê li bajarê xwe vedigerin. Rayedar dibêjin, şertên li van deran giran in. 

Rayedarên Meclîsa Sivîl a Reqayê diyar kirin ku beriya ku Tebqa bête azadkirin, piraniya şêniyên bajêr ji ber sedema qirkirina çeteyên DAIŞ’ê neçar mabûn ku ji bajêr koç bikin û nifûsa bajêr daketibû 15 hezaran.

Piştî ku 10’ê Gulanê Tebqa bi destê şervanên QSD’ê hate azadkirin 50 hezar kes li bajarê xwe vegeriyan. Tevlî yên ku li bajêr vegeriyan, nifûsa bajêr bû 65 hezar.

Her wiha ji deverên weke Tedmûr, Xumis, Suxna, Dêra Zorê û Meskenê yê ku li bakurê Helebê ne jî, ji ber sedema şerê di navbera çete û hêzên rejîma Sûriyê ve gel berê xwe dide Tebqayê.

Rayedarê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Merwan Xoce diyar kir ku di nava 72 saetan de 25 hezar koçberan xwe li Tebqayê girtiye. Xoce diyar kir ku 20 hezar koçber li cem nas û xizmên xwe, 30 hezar jî li gundê Tewîhîniyê û li nav erdan dimînin û heta niha rêxistinên navneteweyî ti alîkarî ji Tebqayê re neşandine.


NAVENDA NÛÇEYA