Nûjîn Dêrik: Hêzên me gelek komên girêdayî MIT`a Tirk, rêjîma Sûriyê, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê girtin. Di encama lêpirsînan de xuya bû ku ew kom planên xwe li herêmên Tirkiyeyê dagirkirî de dikin.

AZAD SEFO / CÎNAV HESEN / ANHA / QAMIŞLO

Piştî ku QSD`ê DAIŞ têk bir, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmê bi awayekî belav çalak bûn û gelek bajar, bajarok û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedef. Terorîstan li bajarên Reqa, Minbic û Tebqayê teqîn kirin. Li ser wê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn operasyon li dijî wan şaneyan zêde kirin.

Berdevka fermî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûjîn Dêrik, li ser encamên operasyonên taybet ên ku hêzên li dijî şaneyên veşartî pêk anîn, axivî.

Nûjîn Dêrîk got, “Piştî têkçûna DAIŞ`ê, herêm kete pêvajoyeke nû. Ew jî pêvajoya tinekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ye. Ev jî bi rêya operasyonên taybet ên QSD û Hêzên Taybet ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.”

Nûjîn destnîşan kir ku QSD, YPG û YPJ`ê roleke bingehîn di têkbirina DAIŞ`ê de lîstiye. Lê niha û piştî têkbirina DAIŞ`ê rola bingehîn di paqijkirina herêmê de ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û kontrolkirina ewlehiya herêmê dikeve ser milê Hêzên Ewlehiya Hundirîn.

Êriş ên DAIŞ Tirkiye û rejîmê ne

Nûjîn diyar kir ku çete gelek êrişên xwekujî li herêmên Reqa, Tebqa û Minbicê bi taybetî li Dêra Zorê dikin, û got, “Ew şane ne tenê girêdayî DAIŞ`ê ne, girêdayî rejîm û Tirkiyeyê jî ne. Herêmên QSD`ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn di bin navê DAIŞ`ê de dikin hedef.”

Li ser armanca hedefgirtina Tirkiye û rêjîma Sûriyê jî Nûjîn Dêrik got, “Her du alî, di bin navê DAIŞ`ê de û bi rêya şaneyên xwe êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Beyî ku cudahî bixin navbera sivîl û hêzên eskerî de. Her du alî, hewl didin ji raya giştî re xuya bikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ewle ne. Lê hêzên me gelek êriş rawestandin û kesên ku ew sûc dikirin jî girtin.”

Nûjîn tekez kir ku Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeoperasyonên tekûz kirine, di encamê de bi dehan komên terorîst ku êrişên xwekuj yan jî êriş plan dikirin, girtine.

Tirkiye pişta terorîstan e

Li ser encama van operasyonên Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî Berdevka fermî ya van hêzan, Nûjîn Dêrik wiha axivî: “Hêzên me gelek komên girêdayî MIT`a Tirk, rêjîma Sûriyê, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê girtin. Di encama lêpirsînan de xuya bû ku ew kom planên xwe li bajarên Bab, Cerablus û Idlibê dikin, yanî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de.”

Nûjîn di dewama axaftina xwe de teqez kir ku wan komên herî sereke girtine, ew komên ku bi awayekî yekser bi Tirkiyeyê re dixebitin û Tirkiye ji wan re çek, cebilxane û tevahiya cureyên teqemeniyan peyde dike.

Nûjîn Dêrik di dawiyê de got, “Dê hêzên me nuqteyên kontrolkirinê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin. Ew ê operasyonên mezin li dijî şane û komên terorîst pêk bînin da ku herêm bi temamî ji xetera wan şane û koman bê paqijkirin.”