Li gorî raporên ku çeteyên DAIŞ’ê li Helebê li ser malperên nêzî xwe weşandine, bendeke kontrolê ya çeteyan kesê ku hin peykerên dîrokî yên Tedmir li gel wî bûn û dixwestin derxîne derve, girtin. Çeteyan kesê girtine û peykerên hatine girtin, dewrî navenda darizandindê ya DAIŞ’ê ku navê ‘Dadgeha Îslamî’ lê dikin, kirin. Biryar hat dayîn ku ew kes were îşkencekirn û peyker werin şikandin.
Çeteyên DIAŞ’ê bermayiyên dîrokî yên li mûzexaneya bajarê Mûsilê jî berî demekê hilweşandin û ji nav birin.
Çeteyên DAIŞ’ê meha Gulana îsal bajarê Palmêra yê Sûriyê dagir kirin û hê jî di bin kontrola wan de ye.
NAVENDA NÛÇEYAN