Li ser Daîşê bêhêjmar nirxandin hene, gelek tişt zelal bûne û êdî nayên veşartin. Ezê tenê li ser hin karekterên van wehş û cinawirên kirine bela serê me rawestim, ka dişibe karektera kîjan serkariya xwînxwar. Em li metodên ku ew di şer de bikartînin dinêrin; kî digirin, bi hovane serjêdikin, bi zindî dikin erdê û dişewitînin. Ev metod di nava ereban de, di dema cahîliye û destpêka belavbûna îslamê de (li keleha Heyberê), Omer bîn Xatab û Emeviyan de dihat bikaranîn. Mîrîtiyên tirk û moxolan jî heman method bikaranîne. Keç û jin revandin, di bin navê cariyeyê de wek koleyê seksê firotin û bikaranîn, metodeke dema belavkirina îslamiyetê ye. Cigehên dagirkirî; sotin, ruxwandin, talankirin, lê mirovên xwe bi cîhkirin di çanda ereban de heye, ew erebên li ser xaka me bi giştî di wan demên dagirkeriyê de hatine bi ich kirin. Ev awa talan di diroka tirkan de jî ji Cengîz xan bigire heta tê digihîje komara Tirkan methoda aborî û dagirkeriyê ye. Osmanî li ser talanê dijiyan, artêşa yênîçeriyan tev biyanî bûn. Sermaya Komara tirk jî li ser talanê rûnuştiye. Dewleta tirk di salê nodî de  “Masî bê av hîştin û fetisandin” wek stratejiyekê hilbijart û bi vê mabestê bi hezaran gund valakirin. Daîş jî niha bi wehşeteke hê hovtir êriş dike, ditirsîne, cigehan ji gel vala dike û li aliyekê dixebite bi vê awayê şerwanê azadiyê bi tenê bihêle (bê av hîştin) û bifetisîne. Li aliyê din jî bi talanê daxwaziya eşîrên ereb pêktîne û wan li wan cihên bi xêr û bêr dide bicîhkirin.

Serkariya tirk di salên nodî de ji bo jîtem, sîxwirî û hêzên tarî, her cûre mirovên ketî û bela serê civakê bikardianîn. Çeteyên Daîşê jî wisa ne. Ango ev çeteyên xwînxwar bi giranî ji sangole, serserî, ciwanên bêhêvî, kesên di civakê de îzole, bi aliyên sîxwiriya dewletan ve hatine bikaranîn pêk tên. Yên van xwînxwaran bi rêve dibin jî; ji endamên jîtem, Hizbul kontra, hêzên taybet yên Tirkiyê, serbazên baasî (iraq û surî) û îslamîstên tundraw pêk tên.  Di nava wan de kesên ji leşkeriyê hatine avêtin jî hene. Li gel wan zarokên eşîrên erebên ku berjewendiyên xwe li gel wan dibînin jî, tevlê bûne.
Hemû deweltên Ewropayê li aliyekê ji ber ji van molozan rizgarbûnê, li aliyê din ji bo afirandina kaosekê li Rojhilata Navîn ku dûv re bikanin wek rizgarkar dest daynin ser, rasterast yan jî ne rasterast tevê vê qirejiyê bûne. Serkarê dewleta tirk ji vir deh, yazdeh sal berê gotibû: "Divê
em şer derxin derê sînorên Tirkiyê!" Ji bo pêkanîna vê stratejiyê AKP anîn ser kar. AKP bi qeyd û bendên dîn û îman hemû elemanên Jîtem, Hizbul kontra, hêzên tarî derbasê binê xetê kir. Bala xwe bidinê, Daiş tenê li dij kurdan şer dike (li Başûr û li Rojava). Di gelek daxuyaniyan de bi zelalî kurd wek dijminê yekem nîşan dane û didin. Dewleta tirk ji bo berdana peyayên balyozxaneyê, yên qaşo dîl ne tenê wek hêzeke dost bi wan re rûniştine; hem çek dan wan, hem hêzên wan derbazê hawîrdora Kobanî kirin û hem bi aşîkarî her awa piştgiriya lojîstîk dide wan, hem jî bi wan re li ser û binê xetê êrişê Kobanî û gelê me yê di hawara Kobaniyê de çûne dikin.
AKP ya reng sentêza tirk-îslam û bi qirêjiya paşverûtiya rojhilata navîn lewitî, bi xwe jî mîna Daîşe bi sermaya talan, şêlandin, vahabiyên siudî û Katar bingeh avêtî ye. Siyaseta wê jî li ser bîrdoza, osmanî û sûniyên paşverî, nijadperestiya tirk û dijminahiyeke xiniza bêbext rûniştiye. Bi pêşniyara avakirina “eniya sunî” berê hinek hêvî û soz dan DYA û NATOyê. Dema Ehwanê Mislimîn li Misirê bi ser ket jî, êdî Erdogan xwe wek pêşengê sêyem yê cihanê hîs kir. Xwest li dij axayên xwe derkeve. Lê ji ber hêza kurdan, realîta Rojhelata Navîn, fêmkirina sextekariya wan, pêşî li wan hate girtin.
Her çendî rezîlbûne jî, AKP û serokatiya wê hê jî dest ji lîstikên xwe bernedane, lewre soz dabûn dewletê ku bi alavêre dalavêre tevgera kurd têk bibin. Li aliyekê hem bi têkiliyên bi serkariya başûr re û hem qaşo pejirandina pêvajoya çareseriyê xinizî û takye kir. Li aliyê din jî Tarik Haşîmî ji Iraqê anîn Tirkiyê, bi alîkariya Katar û û Saudî terorîstê çeçenî, hemû hêzên tarî yên tirkiyê û serbazên baasî xistin nava koma marjînal Daiş ê û ew mezin kirin, kirin cinawireke devbixwîn û berdan pêsîra me.
Her çendî bi her awayî di nava xwînê, xinizî, rûreşî û hevkariya komkujiyan de ketine nava sergoyeke genî, hê jî ranawestin, dixwazin bi dek û dolaban vê fatureya xwînîn bavêjin ser me kurdan. Lê êdî hemû cihan têgihîştiye ku Daîş rasterast siya AKPê ye. Divê em li gor berjewendiya netewe û welatê xwe, bê ku bendê xwe bidin destê hin hêzan, ji dostaniyan, yan jî ji koalisyonên demî netirsin. Da ku em bikanin derbeyên mezin li van xwînxwaran bidin, van û sextekarên AKP ê bi hevalbendên wan re bişînin ser sergoyê dîrokê.