EREM KANSOY /REQA


Ji fermandarên QSD´ê Clara Reqa da zanîn ku ew tevî her tiştî li gorî plansaziya xwe têkoşîna xwe serketî bi rê ve dibin û di nava çend mehan de ew ê Reqayê rizgar bikin. Wê bi îhtîman jî îşaret bi îhtîmalên şer jî kir, got, “Helbet, li pêşiya me plansazî û teqwîmek heye,, lê belê di eskeriyê û şer de rewşeke pirr îhtîmalan heye, lê halê hazir em li paş hedefên xwe nînin.” Pêngava QSD’ê ya rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 39´an de dewam dike. Li her sê aliyên navenda bajêr jî şer bi dijwarî dewam dike. Doh jî hîna danê sibehî bi dehan çete hatin kuştin û li taxên El-Driye û El-Teyar ên li rojavayê bajêr 500 sivîl hatin rizgarkirin. Di heman demê de şervan jî her bi pêş ve diçin.

Fermandara QSD´ê Clara Reqa ku ji fermandarên jin ên hemleya Reqayê ye, û di heman demê de bi xwe jî ji Reqayê ye, der barê rewşa dawî ya şer, ka hamle li gorî plansaziya wan dimeşe, hebûna DAIŞ´ê li bajêr û sivîlên li bajêr de agahî dan.


Bêhtirî ji sedî 30´ê bajêr azad e

Em di meha diduyê ya hemleyê de ne. Tevî hewldanên astengkirinê yên hin hêzên herêmî û helwêsta wan a saboteker jî pêngava rizgarkirina Reqayê serketî dewam dike. M ji sedî 30-40´ê bajêr kontrol kiriye û dor li navenda bajêr girtiye. Li vir têkoşîneke bêhempa tê birêvebirin. DAIŞ halê hazir li şikesteke stratejîk dikeve. Ne weke di dema operasyona Xezeba Firatê de ye. Moral û manewiyata wan hilweşiya. Êdî weke berê nikarin şer bikin. Lê belê avantajeke wan a wiha heye, û ew wê heta bi dawiyê bi kar tînin; bi salan e, wan Reqa dagir kiriye û gelek amadekarî kiribûn. Xendek û tunel kolan, gelek mayîn çandin, daf û xefkên bombeyî vedane, çalakiyên întîharî û heta ji bo van bikaranîna sivîlan heye. Tevî van amadekariyan wan hemûyan jî me dor li DAIŞ´ê girtiye; ji derve desteka lojîstikî û cepxanê li ser hatiye birrîn. Hêza ku bê navber di nava şer de jî bivênevê wê lawaz bibe. Hin aliyên taybet bi şerê bajêr, û zehmetiyên taybet bi wê hene; tu şerê xwe mal bi mal, kolan bi kolan bi rê ve dibî. Bi şev, rizgarkirina her malê, her kolanê bi serê xwe serketin e.


Weke encam ew ê têk biçin

DAIŞ halê hazir li gorî hêza xwe ya li navenda bajêr xwe b cih dike û şêwazekî êrişê bi pêş dixe. Ez nikarim bibêjin ka tam hêza wê çiqas e, lê diyar e ku ne bi hezara in. Yekîneyên wan û tîmên wan ên tevdigerin hene. Tîmên wan hene ku provoke dikin, sabotajan û suikastan dikin. Hin ji wan jî tacîz dikin û direvin. Weke encam ev zelal e; yîn mayî wê di demeke kurt de têk biçin.


Em ne li paş plansaziya xwe ne

Tevî her tiştî weke hêzên QSD´ê di çarçoveya plansaziya me daniye ber xwe, em têkoşîneke serketî bi rê ve dibin. Em nikarin demekê diyar bikin ka kengî bajar wê bi temamî were rizgarkirin. Lê belê di nav şert û mercên îro de dikarim weke çend mehekî îfade bikim. Helbet plansaziya me û teqwîmeke me heye, lê belê di şer de pirr îhtîmal hene. Nabe ku tu taktîk û plansaziya xwe hişk biqerisînî, jixwe di şerên bajaran de divê tu taktîka xwe her roj nû bikî. Îro em ne li paş hedefên plansaziya xwe ne.


Alîkariya ji bo Reqa kêm e

Koalîsyona navneteweyî û DYE ji bilî êrişên hewayî bi maşînên zirîhpoş, top û keşfê destekî didin. Mekanên ji bo tenduritiyê hene ku ji bo hemleya Reqayê çêkirine, hevalên me li wan deveran dixebitin. Di warê tenduristiyê de îmkanan didin. Em vê hamleyê bi hev re birêve dibin. Em nikarin tesîra êrişên hewayî înkar bikin. Alîkariya yek ser didin, lê ji bo rizgarkirina bajarekî mîna Reqayê kêm e.


Êdî li bajêr sivîl kêm in

Armanca me ne tenê rizgarkirina bajarekî yan cografyayekê, mekanekî fizîkî ye, ya girîng em dixwazin mirovên li wir rizgar bikin. Ji dema ku Xezeba Firatê destpê kiriye û vir ve me bi sed hezaran sivîl rizgar kirin. Ji navenda bajêr jî bi hezaran sivîl me gihandin herêmên ewle. Dema ku sivîl tên, em pêşî hewl didin tesbît bikin li ku çend sivîl hene. Ji bo ku zirar li wan nebe, û werin rizgarkirin, em hewl didin.

Em wan bi şev bi maşînên zirîhpoş di korîdoran re digihînin deverên ewle. Niha herî zêde em vê rêbazê bi kar tînin. Hin caran endamên DAIŞ´ê cil û bergên jinan li xwe dikin yan jî sivîlan ji xwe re dikin mertal. Em carinan van bi çavên xwe dibînin carinan jî bi dûrbînan. Niha li Reqayê pirr kêm sivîl mane.