Çelebî, anî ziman ku DAIŞ li Rojhilata Navîn xençerek e. Çelebî, da zanîn ku dewletên herêmê û hêzên kurevî li şuna mudaxeleyên leşkerî yên li dijî hinek welatan êdî hêzên wisa taşeron bikartînin û wiha got: "Berjevendiyên hemû kesî hene û li gorî vê yekê çeteyên DAIŞ'ê bikartînin. DAIŞ jî li gorî hedefên xwe vê taşeroniyê dike."


'Hedef Derya Spî ye'

Çelebî, bilêv kir ku DAIŞ'ê piştî Musil dagir kir hîlafeta xwe ava kir û ev yek îlan kir û dixwaze emîriya xwe ava bike berê ev yek li Serêkaniyê û Kobanê ya Rojava ceriband lê serneket û wiha pê de çû: "Êdî çeteyên DAIŞ'ê şerê li Kobanê winda kir. Çeteyên DAIŞ'ê li Rakka û Hasekê hêzên xwe kom kirin û dixwaze herêmê kontrol bike. Ez bêjim dê rojên pêş de hewil bide biçe Deryaya Sipî. Dema diçe jî herêmên Helep, Efrîn, Laske, Vanyasx û Tarsusê, li bakurê jî di navbera hêzên Hizbullah û hêzên Esat de ji bo herêmeke tamponê dibe ku li ser Musilê raweste." Çelebî, destnîşan kir ku divê hemû aktorên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ'ê seferber bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bihêzbûna DAIŞ'ê tenê êşê bi kurdan, Suriyaniyan, Xirîstiyan û Tirkmenên şîî na dê hemû gelên Tirkiyeyê neyînî bi bandor bike. Dê aramî û aştiya hemû gelên Tirkiyeyê taxîp bike."

'DAIŞ avê bikartîne'

Çelebî, balkişand ser xebata petrolê û avê û wiha axaftina xwe domand: "Bajarên herêmê qasî petrolê li ser avê jî disekinin. Kesê avê kontrol bike dê wê herêmê jî kontrol bike. Îro petrol faktorekî gelek bi hêz e lê av hêj bêtir derdikeve pêş. Çeteyên DAIŞ'ê li Helep, Felluce, Musul û Kobanê av weke çeke bikaranî." Çelebî wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê faktora ol li hemberî hasasiyetên gelan bikartîne û weke amûreke gefê bikartîne. Armanca wê ya sereke jî di bin navê Îslam û xalîfetiyê herêmê kontrol bike û çavkaniyên petrol, av û çandiyê bidestxistin e. Tu derdê wan ê li Suriyeyê rejîmê xirab bikin tuneye. Dixwazin li Rojava û Iraqê kurd, ermenî û suriyaniyan tune bike."

'DAIŞ tilîkêş e'
Rojnameger Faîk Bulut jî diyar kir ku DAIŞ peywira tilîkêşê dibîne û wiha got: "Armanca êrîşên DAIŞ'ê yên li Kobanê û cihên din ên Kurdistanê pevçûna di navbera kurd û ereban de derxistin e. Dixwaze modela kurdan li Rojava xirab bike." Bulut, anî ziman ku divê oldarên Tirkiye û herêmê çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê kîjan hêzan ve tê bikaranîn bibînin û wiha axivî: "Bi eslê xwe îlankirina xîlafeta DAIŞ'ê nîşaneya rahiştan di navbera komên îslamî yên polîtîk de ye. Ev yek piştî demekê dê bibe sedema şerê di navbera wan de. Bi taybet îstîxbarata Suudî Erebîstanê van rêve dibe û Amerîka jî tevî vê yekê bûye. Ji xwe ji bilî vê yekê tu tiştên din li benda DAIŞ'ê nayê mayîn." Bulut, da zanîn ku derdorên li ser navê îslam û cihadê têkoşînê dikin divê li xwe vegerin. Bulut balkişand ser gelek cemeatên li Tirkiyeyê tên bikaranîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li hemberî gotina 'Dê îmana me qamil bibe û em dê biçin mihuştê' hişyar bin."

DIHA/AMED