Komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê û êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê, li Ewropayê tên şermezarkirin. Li gelek bajaran konên agahdarkirinê hatin vedan û di mîtîngan de komkujiya li Şengalê hat prostokirin. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca bal kişandina ser trajediya li Şengalê ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê rû da, li Stephanplatzê standeke agahdarkirinê hat vekirin. Stand ji aliyê PYD-Awûstûrya û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat danîn û der barê êrîşên DAIŞ'ê û rewşa gelê Şengalê de bi zimanên Elmanî û Îngilîzî belavok hat xwendin û belavkirin. Ji bo çalakiya Însiyatîfa Ciwanan a Viyanayê û Komeleya Jinên Kurd AVESTA ya Roja Şemiyê jî li ber Xaça Sor a Viyanayê wê xwepêşandanek bê lidarxistin.


Meş û mîtîng

Li bajarê Elmanya Munchenê jî bi armanca ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê, çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser komkujiyên li Şengal û derdora wê. Çalakiya kon a bi heman armancê jî di roja duyemîn de dewam kir. Li bajarê Elmanya Mannheimê çalakiya kon a du rojan bi meşekê bi dawî bû. Meşa bi beşdariya 1500 kesî li Wasserturmê destpê kir û li Paradeplatzê veguherî mîtîngê.  Di mîtîngê de peyamên AGÎF, ATÎK, DÎDF, ADHK Cemxane û Federasyona Êzidiyan, Tevgera Goran, YNK û Yekîtiya Rojnamevanan hatin xwendin. Li bajarê Elmanya Hannoverê li Walsrodeyê çalakiya kon hat lidarxistin. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Walsrode û Mala Êzidiyan hat lidarxistin de, li dijî komkujiyên DAIŞ'ê banga hişyariyê hat kirin. Li bajarê Hollanda Arnhemê jî, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê mîtîngek hat lidarxistin. Di serî de Kurdên Êzidî hejmareke zêde Kurdistanî beşdarî mîtîngê bûn û bi dirûşman DAIŞ hat şermezarkirin. Li bajarê Swîsre Baselê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Mexmûrê, konê agahdarkirinê yê 2 rojan li Claramarkte Platzê hat vedan.

Ciwan li ser piyan in

Ciwanên Kurd, ji bo balê bikşînin ser komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kurdên Êzidî yên li Şengalê, li ber Dêra Spî ya li paytexta Fransa Parîsê bi kefenan çalakî lidar xistin. Komek ji endamên Ciwanên Azad bi kefenên li xwe kirî xwe li ber Dêra Spî li erdê dirêj kirin û bal kişandin ser komkujiyên li Kurdên Êzidî tên kirin. Ciwanan li ser komkujiyên DAIŞ'ê bi zimanê Îngilîzî û Fransî belavok belavkirin. 


Li Stockholmê çalakiya jinan
Li ber parlamentoya Swêdê jinên Kurd çalakiyek li darxist. Dirûşmeyên ku DAIŞ şermezar dikir hatin berzkirin û rêveberên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Swêdê di axaftinên ku kirin de da zanîn ku divê alîkarî û piştgiriya bo DAIŞ’ê tê dayîn bê şermezar kirin û her wiha hat gotin ku divê demildest pêşî li qikirina Êzdî û kêmarên din bê girtin. Jinan ji bo tecawiz û komkujiya şermezar bikin cilên reş li xwe kirin û destê xwe zincir kirin. Her wiha qetilkirina rojnameger Denîz Firat jî şermezarkirin.

Çalakî dê bidomin:

16 Tebax Şemiyê Hannover
16’ê Tebax li Stockholmê
15/08/2014 li Mala Êzidiyan a Sulingen
17/08/2014 - Saet: 14:00 li Mala Êzidiyan a Celle
20/08/2014 Saarbrucken, 21/08/2014 Giessen
22/08/2014 Wesel – Emmerich, 23/08/2014 Bielefeld
24/08/2014 Bielefeld. 

NAVENDA NÛÇEYAN




 Ji bo Şengalê li Hannoverê

Li bajarê Hannover a Elmanyayê Kurd û dostên kurdan di 16’ê Tebaxê de meşekê pêk tînin û DAIŞ’ê şermezar dikin. Meş ji aliyê Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê (TJKE),  Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanyayê (NAV-DEM), Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKE) û Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (FCİK) tê organîzekirin. Konfederasyona Yekineyên Elewiyan a Ewropayê (AABK) jî piştgirî da vê meşê. AABK’ê da zanîn çeteyê DAIŞ’ê destpêkê êrîşê şoreşa Rojava piştre êrîşê Êzdiyên Şengalê û herî dawî jî êrîşê Mexmurê kiriye û bi vê hewl dide êrîşên xwe li hemû Rojhilata Navîn belav dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Malên cemê û komeleyên Federasyona Yekineyên Elewî ya Elmanyayê (AABF) jî bo Şengalê kampanyaya alîkariyê dide destpêkirin. Sekreterê Giştî yê AABF Ozgur Oz got: “Saziyên Elewiyan li gel saziyên baweriyê, saziyên alîkariyê ne jî. Em ji bo piştevaniya gelê xw vê kampanyayê didin destpêkirin.”
Ji bo bexşê agahiyên bankayê:
Kolner Bank
Konto: 459 2700 27
BLZ: 371 600 87
Stichwort: Sengal

 ANF/BERLÎN