DAIŞ û dewleta Tirk li Bab û Minbicê mîna ku kordînekirî bin, êrîşên xwe dewam dikin. Lê belê hêzên parastinê yên bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de serketî van êrîşan dişkînin. Li bereya Minbicê êrîşa DAIŞ´ê hat şikandin û 30 çete hatin kuştin. Li bereya Babê jî hêzên herêmê û yên ser bi QSD´ê de xwe gihandin keviyên bajêr û gundê Ezreqê ji çeteyên Tirkiyeyê rizgar kirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dijî gundên Kesra, Til Hozan û Cibillhemra yên li başûr rojavayê Minbicê bi temamî hatin şikandin. Di encamê de 30 çete hatin kuştin.

Li gora agahiyên nûçegihanên ANHA´yê, şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê (MEM) êrîşên termê gelek kuştiyan ketin destê şervanan. Her wiha hat zanîn ku di şer de 5 çeteyan êrîşên xwekujî pêk anîne lê ti encam wernegirtine.

Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî di bersivandina van êrîşan de amade bûn û gelek nuqteyên çeteyên êrîşkar rûxandin. Êrîşên bi topên hawanan ên çeteyan heta kêliya amadekariya nûçeyê dewam dikir.

Artêşa Tirk  fuzeyan diavêje Olaşa

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Minbicê Olaşa bi fuzeyên Katûşa û Obusan topbaran dikin. Li deverê şerekî dijwar rû daye.

Nûçegihanên ANHA´yê ji herêmê didin zanîn ku artêşa Tirk û çeteyên doh danê sibehê gundê Olaşa yê 29 km li rojavayê Minbicê, bi fuzeyên Katûşa û Obûsan, topbaran dikin û êrîşî noqteyên şervanên MEM dikin. Di bersivdayîna şervanan de şerekî dijwar qewimî.

Li aliyê din hin çavkaniyê herêmî didin zanîn ku hêzên eskerî yên herêma Şehba û Til Aranê, tevî hêzên QSD´ê li bereya Şehba ya ji aliyê Efrînê ve bi pêş dikevin û gundên Ezreq û Mezratê ji artêşa Tirk û çeteyên wê rizgar kirine. Bi vî awayî jî hêzên QSD´ê û ev hêzên herêmî heta bi 3 kîlometroyan xwe nêzîkî keviyên Babê kirine. 


 MINBIC