Rûniştina doza yekem a li dijî sûcên qirrkirinê yên li dijî Êzîdiyên Şengalê, doh li bajarê Elmanyayê Munchenê dest pê kir. Piştî derketina holê ya şahideke Êzîdî, muhtemel e ku tohmetbariya sûcê şer veguhere sûcê li dijî mirovahiyê.

DAIŞ´iyeke Elman ji ber sûcên li dijî Êzîdiyan li Elmanyayê, li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Munchenê tê dadgeh kirin.

Welatiyeke Elman a ku bi navê Jennifer W. tenê tê binavkirin, doh li Munchenê yekem rûniştina doza dadgehkirina wê dest pê kir, ya ji ber endametiya DAIŞ´ê û sûcên wê ku weke “endametiya rêxistineke terorîst a biyanî, kuştina mirovan, sûcê şer û binpêkirina qanûna kontrola sîlehan a Elman” ji aliyê dozger ve hatiye terîfkirin. Piştî rûniştina yekê doz hat paşvexistin heta bi 29´ê Nîsanê û niha muhtemel e ku li îdîanameyê sûcê li dijî mirovahiyê jî bê zêdekirin.

Parêzera navdar a mafê mirovan Amal Clooney, bi xwe di vê dozê de weke parêzerê mudaxileke Êzîdî di vê dozê de cihê xwe digire. Lewma ev jina Elman a tevlî nav refên DAIŞ´ê bûye, wekî din, jineke Êzîdî û keça wê ya 5 salî jî êsîr kiriye, û ji ber ku ev keça 5 salî li ber kela germa havîna Felûceyê li derve girêdayî hiştiye, ew kuştiye.

Doz li Dadgeha Biline a Eyaletê ya Munchenê bi rê ve diçe û li gorî îdîanameya dozger, Jennifer W. Tebaxa 2014´an ji Elmanyayê çûye Iraqê, û li wir bûye polîsa exlaq a DAIŞ´ê ku ji wan re hisbah tê gotin. Ew bi kelaşînkof li nava sûka Felûca û Mûsilê geriyaye, li serê hingê êlegekî teqemenîbarkirî hebûye, û ferzên çeteya DAIŞ´ê yên cilûberg, rabûn û rûniştina di nava civakê de û we dexeya cixareyê bi zora sîlehê li ser xelkê ferz kirine.

Kole kirrîne û kole kuştine

Havîna 2015´an, Jennifer W. û hevjînê xwe keçeke 5 salî ya Êzîdî û dayika wê “kole kirrîne” ku di dema fermana li dijî Şengalê de hatibûn revandin. Jennifer W. û mêrê wê tên gunehbarkirin ku keç û dayika wê ya Êzîdî kiribin kole li mala xwe ya li Felûceyê. li gorî îdîanameyê, wan gelek caran weke ceza, keça piçûk zincîr dikir û li derve dihişt. Û carekê ku wan ev zaroka piçûk li ber kela germa Felûceyê di rojeke pirr germ de hişt jî, ew zarok mir.

Ji ber îfadeyên xwe hatiye girtin

Îdîaname bi vî rengê xwe xwe disipêre gotinên jina Elman a DAIŞ´î bi xwe. Wê ji lêkolerekî veşartî yê dogeriyê re gava ku dixwest ji nû ve vegere Iraqê, di erebeyeke ku lê dihat guhdarîkirin, behsa van sûcên xwe yên li jor kiriye. Axir hewldana wê ya vegera Iraqê heta bi Bayernê kariye dewam bike, li wir ew hat girtin. Ji ber ku niha şahidek li dozê zêde bûye, û ev şahida Êzîdî ku dayika keça hatî kuştin e, ji bo encama dozê diyarker e, doz hat paşvexistin heta 29´ê Nîsanê.

Di dema rûniştina doh de DAIŞ´iya Elman a ku keçeke wê jî heye, li gorî îfadeya parêzerên wê, nexwest bipeyive. Jixwe gava ketî hola dadgehê jî rûyê xwe bi dosyayeke sor veşart. Keça wê li cem dapîra xwe ya Elman dimîne. Li gorî kesên dozê dişopînin, sedema hişbûna wê, ew e ku muhtemel e, tohmetbarî dijwartir bibin û sûcê li dijî mirovahiyê jî li wan bê zêdekirin. Lê Heyeta Dadgehê ji bo vê jî divê daxwazeke fermî bike, lewma îdîaname nikare paşê bê guhertin. Halê hazir ji ber sûcên li jor behsa wan hat kirin, dozgerî cezayê hepsa heta hetayê jê tohmetbara DAIŞ´î re dixwaze.

Destpêka dadgehkirina DAIŞ´ê

Ha dayika vê keça hatî kuştin ji mudaxilên vê dozê ye û Amal Clooney jî parêzera mudaxilê ye. Ji bilî wê parêzerên Elman Natalie von Wistinghausen û Wolfgang Bendler jî nûnerên aliyê mudaxil in. Natalie von Wistinghausen got, dayika hatî kolekirin a keça hatî kuştin, wê weke şahid îfade bide û wiha dewam kir: “Ew tenê doza edaletê dike. Ew dixwaze derfeta wê hebe da ku vebêje wê tişta hatî serê wê û keçika wê.”

Wisa tê bawerkirin ku ev yekemîn doz be li dinyayê li dijî sûcên navneteweyî yên DAIŞ´ê li dijî Êzîdiyan, ku ev sûcên wê li gorî Neteweyên Yekbûyî jî sûcê qirrkirinê ye. Li ser dozê Clooney pêr got, “Mexdûrên qirrkirinê (jenosîdê) yên Êzîdî zêdeyî hedê xwe li benda roja xwe ya li dadgehê man. Ez gelekî malavahiya dozgeriya Elman dikim ji bo dilsoziya wan a ji bo hesabpirsîna ji endamên DAIŞ´ê ji ber sûcên wan kirî. Û ez hêvî dikim ku ev bibe ya yekê ji gelek dadgehkirinên ku wê taliya talî bikin ku DAIŞ li gorî hiqûqa navneteweyî hesab bide edaletê.”

 

MUNCHEN