Li gundekî Xaneqînê, du kesên ji malbatekê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin. Çeteyan li pêşiya gundê Kiwêxa Hebîb ê Xanexqînê gule li wesayitekê barandin. Bav û kurekî wî yê di wesayitê de jiyana xwe ji dest da.
Eşîra Suremêrî bang li rayedaran kir ku tevdîrên ewlekariyê li herêmê zêde bikin. Nûnerên eşîrê bi bîr xist ku heta niha gelek kes ji ber êrişan hatine kuştin û ragihand ku rojên dawî gundê Hisên Meme ji ber heman sedemê hatiye valakirin.
ANF/XANEQÎN