Dewleta Tirk endam û emîrên DAIŞ´ê li deverên dagirkirî yên mîna Efrîn û Şehbayê bi cih dike û wan ji nû ve bi rêxistin dike. Bi dehan DAIŞ´î bi vî rengî ji nû ve dibin bela serê gel.
BÊRÎTAN SARYA / ANF/QAMIŞLO
Dewleta Tirk, mîna li Tirkiyeyê, li herêmên Efrîn û Şehbayê yên dagirkirî jî DAIŞ‘ê ji nû ve bi rêxistin dike. Navenda vê rêxistinbûnê jî Bab e. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, Bajarê Babê bûye navenda jinûve komkirin, birêxistinkirin û biçekkirina çeteyan. Çeteyên DAIŞ‘ê di bin navên cuda de li Efrînê, Şehbayê û derdora Minbicê hatin bicihkirin. Beşek ji van çeteyên DAIŞ‘ê ji Îdlibê hatin veguhestin. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê li Babê tên komkirin û piştre li nava komên cuda yên çete tên belavkirin. Ji vî karî jî MÎT berpirsyar e. DAIŞ‘iyên li Bab û Ezazê ji nû ve tên birêxistinkirin, ji bo teqîn û sûîqestên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaneyan diafirînin.
Deryê sînor ê Elbeylî
Çete ji deriyê sînor ê li bajarokê Raî yê Babê û di deriyê sînor ê Elbeylî yê li pêşberî Raî re tên derbaskirin. Deriyê sînor bi temamî ji aliyê MÎT’ê ve tê kontrolkirin. DAIŞ‘î heta niha herî zêde li nava komên çete yên bi navê Sultan Mûrat, Ehrar Şam, Ehrar El Şarqiye, Tûgayên Hemza, Tûgayên Sultan Suleyman Şah, hatine bicihkirin.
Çend ji çeteyên DAIŞ’ê yên nasnameyên wan hatine tespîtkirin û MÎT´ê li nava van koman bicihkirine jî ev in:
Xalid Turkî El-Hesen: 1989´an ji dayik bûye, ji gundê Elqoriya yê Dêra Zorê ye. Li Dêra Zorê tevlî DAIŞ‘ê bû. 2017’an çû Tirkiyeyê. Ev çete niha li Cindirêsê di nava çeteyan de ye.
Husam Resûl Rehmawî: Ji gundê Tehtaniye yê Şuyixê ye. Ji Minbicê tevlî DAIŞ’ê bû. Piştre berê xwe da Cerablûsê û tevlî Ahrar El Şamê bû. Niha li Efrînê ye.
Hemza Memdoh Elmetrûd: Ji gundê El Şair ê Hamayê ye. Piştî ku du salan li nava çeteyên DAIŞ‘ê ma, tevlî çeteyên ‘Mertalê Firatê’ bû. Niha li Cindirêsê ye.
Sehed El-Sehed: Ji Dêra Zorê ye. Yek ji emîrên çapemeniyê yên DAIŞ’ê bû li Dêra Zorê. Tevlî dagirkirina Efrînê bû.
Ebud Elî Ubêd Eladî: Li Dêra Zorê endamê Polîsê Îslamî yê DAIŞ’ê bû. Niha li Efrînê di nava çeteyên ‘Mertalê Firatê’ de ye.
Tariq Ebdullah Eqreb: Bi navê Ebû Ebdullah tê naskirin. Ji gundê Loêbna yê Kobanê ye. Sîxurê DAIŞ‘ê bû. Niha li Efrînê di nava Tûgayên Hemza de fermandariyê dike.
Elî Yûsif Elselama: Ji gundê Elşiyûx/Tehtaniye yê Kobanê ye. Di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê de hebû. Niha ji çeteya Ehrar Elşiyûx re fermandariyê dike ku tevlî dagirkirina Efrînê jî bû.
Mûsena Ayêd El Mixêndî: Ji navçeya Cûra ya Dêra Zorê ye. Tevlî gelek êrişên DAIŞ’ê bû. Niha li Efrînê ye.
Fadî Hesen Elhisên: Ji gundê Rehiye Elzahir ê Qamişloyê ye. Li Hol û Til Hemîsê cihê xwe di nava DAIŞ’ê de girt.
Seyif Polat: Ji navçeya Bizea ya Babê ye. DAIŞ´ê ew kiribû waliyê xwe yê Babê. Niha jî di rêveberiya çeteya El Hamza de ye.
Mihemed Ehmed Şibilî: Ji navçeya Qibesîn a Babê ye. Di nava DAIŞ‘ê de bi firotina jinan tê naskirin. Bi vexwendina dewleta Tirk, tevlî El-Hamza bû û niha yek ji fermandarên wê ye.
Şewket Xoca Semawî: Ji gundê Şiyûx ê Kobanê ye. 50 salî ye. Di nava DAIŞ’ê de emîrtiya îstîxbaratê kir. Tevlî êrişa li ser Kobanê bû. Niha li Cerablûsê yek ji fermandarên çeteyan e.
Mehmud Heran: Ji Dêra Zorê ye. Di nava DAIŞ’ê de bi navê Ebu Naci Elensari tê naskirin. Niha li Şehbayê di nava çeteyên dagirker de cih digire.
Îsa Elmihemed: Ji Girê Spî ye. Li Dêra Zorê tevlî DAIŞ’ê bû û demeke dirêj li Reqayê ma. Li Dêra Zorê emîrê çandiniyê yê DAIŞ´ê bû. Niha li Ezazê di nava çeteyên Tirk de ye.
Ebdulrezaq Elcerah: Ji gundê Heswiya Elkebîra yê Hesekê ye. Di nava DAIŞ‘ê de bi navê Ebu Besam dihate naskirin. Niha di nava çeteya Sultan Mûrat de ye.
Tariq Xalid Elzahir: Ji Cerablûsê ye. Dema ku dewleta Tirk Şehba dagirkir tevlî ‘Mertala Firatê’ bû.
Îsmail Fîras Elebar: Ji gundê Sibêxan ê Dêra Zorê ye. 53 salî ye. Ji emîrên DAIŞ’ê ye. Ji Helebê tevlî ‘Mertala Firatê’ bû.
Basil Nayif El Şihab: Bi navê Ebu Zêd Eltai tê naskirin. Ji gundê Qurteba yê Til Hemîsê ye. Piştî Cebhet El Nûsra û DAIŞ’ê, niha jî fermandarê Babê yê çeteya Sultan Mûrat e.
Newaf El Xelûfî: Bi navê Ebu Mihim dihate naskirin. Ji gundê Um Kehif ê navçeya Til Hemîs a Qamişloyê ye. Piştî ku Şeddadê hate rizgarkirin, reviya Şehbayê. Dema ku dewleta Tirk Şehba dagir kir, kincê xwe guherî û bû endamê çeteyên wê.
Îsmaîl Mehelî Tirkmenî: Ji gundê Bozhoyuk e. Dema ku di nava DAIŞ’ê de birîndar bû, çû Cerablûsê. Niha fermandarekî Sultan Mûrat e.
Mihemed Elî Ceban: Ji herêma Meskene ye. Piştî ku Tebqa hate rizgarkirin, reviya herêmên dagirkirî yên Şehbayê. Ew jî êdî di nava çeteya Sultan Mûrat de ye.
Mihemmed Birahîm El Xidir: Bi navê Stik tê naskirin. Ji herêma Îmal a Dêra Zorê ye. Niha li Babê yek ji çeteyên Tirk e.
Fadil Hemze El Hindawî: Ji navçeya Sirrînê ya Kobanê ye. Tevlî êrişa DAÎŞ‘ê ya li dijî Kobanê bû. Niha jî yek ji sîxurên çeteyên dewleta Tirk e.
Ehmed Salih El Togan: Ji gundê Til El Leben ê Hesekê ye. Di nava DAIŞ‘ê de bi navê Ebu Esed dihate naskirin. Niha di nava çeteyên dewleta Tirk de ye.
Mihemed El Emîn Eswed: Bi navê Ebu Hemam El Şerabî tê naskirin. Ji gundê Belqis ê Til Hemîsê ye. Yek ji sîxurên çeteyên dewleta Tirk ên li Şehbayê ye.