Liv û tevgera çeteyên DAIŞ´ê li herêma Mexmûrê dewam dike. Çeteyên DAIŞ´ê li herêma Mexmûrê karmendekî YNK’ê revand û piştre jî ew şehîd kir. Di 26’ê Nîsanê de karmendê asayîşa baregeha Yekitiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Bejdar Sefer ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li herêma Mexmûrê hate revandin.Çeteyan wêne û dîmenên Bejdar Sefer di tora civakî de belav kirin.
YNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdbûna karmendê xwe piştrast kir.
Cenazeyê Bejdar Sefer hîna jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye.
ROJNEWS/MEXMÛR