DAIŞ’ê li herêma di navbera Xaneqîn û Kifriyê de 8 welatî revandin, doh cenazeyê 2 welatiyan hat dîtin û tê gotin ji wan kesên revandî ne, û hatine kuştin.

Şeva din li ser rêya di navbera navçeya Qeretepe ya girêdayî Xaneqînê û bajaroka Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê de çeteyên DAIŞ’ê xaleke kontrolê ya demkî danîn û wesayît kontrol kirin. Hate gotin di dema kontrola wesayîtan de gule li wesayîtên welatiyên herêmê barandine.

Li gorî çavkaniyên herêmê, 8 welatiyên revandî ji Xaneqîn, Qeretepe û Gûlale ne. Li gel 8 welatiyan 2 wesayît jî hatine desteserkirin.

Doh cenazeyê du welatiyan li nêzî gundên Narên û Qeretepeyê hatin dîtin. Yek ji cenazeyan ê xwendekarekî ye. Canze ji bo lêkolînê rakirin nexweşxaneyê.

Xaneqîn di warê îdarî de bi parêzgeha Diyala ya Iraqê ve girêdayî ye. Yek ji herêmên ku nakokî li ser heye.

 

ROJNEWS/XANEQÎN