Çeteyên DAIŞʹê yên berê tevlî çeteyên Artêşa Tirk a dagirker bûn. Li aliyê din hêzên şoreşger bersiv dane çeteyên Tirkiyeyê ên êrişî gundên Şehbayê dikirin û hejmareke zêde çete hatin kuştin. 

Çavkaniyên herêmî ji herêmên Şehbayê ragîhandin ku endamên komên çete yên DAIŞʹê berê, niha tevlî çeteyên artêşa Tirk ku bi navê Diri El-Frat (Mertala Firatê) hereketin dikin, bûne. Çavkaniyan ji ANHAʹyê re tekez kirin ku endamên çeteyên DAIŞʹê niha tevlî çeteyên Tirkiyê dibin. Çavkaniyan wêneya çeteyên bi avnê Mustefa Abî ku bi xwe turkmane û ji arêzgeha Humsê ye ku berê Emîrekî çetyeên DAIŞʹ bû, niha jî di nava komên çte yên bi navê Mutesim Bilah ku beşek ji Diri El-Ferate bûye ji me re şand.

Heman çavkanî wêneyekî din ku 3 çete tê de hene, di vê wêneyê de jî Mustefa Apî û 2 çetyeên din ku berê di nava DAIŞʹê debûn û niha bi çeteyên Ceyiş El-Iza ya ku beşek ji Deri El-Ferat e. Çavkanî got ku wêneyê kesê li aliyê rastê Mustefa Abî ye ku bi navê Ebû Aîşe tê naskirin.

Heman çavkanî wêneyên çeteyan ku cilên DAIŞʹê li xwe kirine û diruşmeyên DAIŞʹê rakirine.

Hêzên Şoreşger bersiv dan

 Şevê din hin gundên herêma Şehbayê ji aliyê komên çete yên Tirkiyê û Artêşa Tirk ve hatin topbarankirin. Êrîşa li Şehebayê bi êrîşên Efrînê re hemwext bûn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên ku hêzên şoreşger demên berê ji çeteyên DAIŞʹê rizgarkirina hedef digirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê El-Semoqe, herbel, Şêx Îsa, Ên Dqne, Til Rifet, El-Sed, Til Medîq û Ûm Hoş topbaran kirin. Hêzên Şoreşger bersiva êrîşkaran  ku ji bajaroka Mari, gundê Kercibrîn, gundê Malid dihat, dan. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di encama bersivdayînê de bi bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin. 


ŞEHBA