
Reva ji nav çeteyê Tirkî ya ciwanên hatî xapandin didome. Herî dawî ciwanê bi navê Îsa Hemadî El-Mûsa ku 7 mehan di nava çeteyên girêdayî Tirkiyê de maye xwe gihand herêmên ewle yên Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku piraniya serçeteyên Tirkiyê endamên berê yên çeteyên DAIŞ`ê ne.
Ciwanê bi navê Îsa Hemadî El-Mûsa ku (28) salî ye 15`ê Îlonê 2016`an tevlî çeteyên girêdayî Tirkiyê dibe. El-Mûsa 7 mehan li herêmên Bakurê Sûriyeyê di nav wan de maye. El-Mûsa cihê xwe di nava tabûra Siwar Minbic a girêdayî çeteyên Feyleq El-Şam de digire. Berê serçeteyê bi navê Enes Şêx Weys ê bi navê Ebû Farûq dihat naskirin, ew tabûr bi rêvedibir. Piştî wê istixbaratên Tirkiyê Ebû Farûq dikin alîkarê serçeteyê Feyleq El-Şam û serçeteyê bi navê Munîr Ebû Cabir dikeve şûna wî de.
El-Mûsa tevlî dagirkirina El-Raî bibe. Di dagirkeriya El-Raî de mayînek pê de diteqe û wî radikin nexweşxaneyeke Tirkiyê. Çavê wî yê çepê tê emeliyatkirin. Îsa Hemadî El-Mûsa anî ziman ku artêşa Tirkiyê ji wan re gotibû ku kîjan endamekî wan birîndar dibe ew li nexweşxaneyên Tirkiyê bê pere têne dermankirin û wiha pê de çû:ʺ Artêşa Tirk em di vê yekê de xapandin û dema ez li nexweşxaneyên wan hatim dermankirin, min her tişt ji kîsî xwe da.ʺ
Kuştin, dizî, talan...
Îsa di berdewamiya hevdîtina xwe de balkişand ser kiryarên çeteyan ên li herêma Şahba û got: ʺEndamên wan piştî ku sivîlan qetil dikin, diziya wan dikin û zilmê li gel dikin, kesek dengê xwe ji wan re nake û wan lêpirsîn nayê kirin. Bi taybet çeteyên ku xizmên serçeteyan e kesek nikare dengê xwe li wan bike.” Çeteyên girêdayî Tirkiyê li ser bendên kontrolê çi li bazirganan dikin El-Mûsa got: ʺÇeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser riyên giştî bendên xwe yên kontrolê danîne. Kîjan kamyonên bazirganiyê derbas dibin çete wan talan dikin. Welatiyekî Minbicê yê bi navê Şemsî El-Ewnî ji ber hezar û 400 dolarî ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê Siqûr El-Şam ve hate kuştin.
El-Mûsa di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku istixbaratên Tirkiyê û artêşa Tirk ên li Babê, Cerablusê, Ezaz û El-Raî, herêmê raste rast dagir dikin û got:ʺ Tirkiyê li herêmên di bin dagirkeriya wan de polîsên xwe bi rêve dibe.”
El-Mûsa destnîşan kir ku di nava artêşa Tirk de çeteyên DAIŞ`ê hene û got:ʺ Gelek serçeteyên komên çete yên ser bi Tirkiyê ve endamên DAIŞ‘ê ne. Niha ew cihê xwe di nava çeteyên girêdayî dewleta Tirk de digrin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê cihê xwe di nava Ehrar El-Şam û Siwar Şiyûx El-Muteşededîn de digirin.”
Bang li çeteyên din kir
El-Mûsa ji beriya 3 mehan ve hewl dide ji çeteyên girêdayî Tirkiyê veqete, herî dawî, xwe ji wan rizgar dike û xwe dighîje bendê kontrolê yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.
El-Mûsa anî ziman ku dema wî xwe gihand bendên kontrolê yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, şervanan ew bi rêzdarî pêşwaziya wî û tiştek jê nekirine.
El Mûsa wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺ Gelek ciwanên me ji aliyê Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ne hatine xapandin. Ez bang li wan dikim ku vegerin bajarê xwe. Li Minbicê cûdahî di navbera Kurd, Ereb û Tirkmenan de tine ye. Kesên dixwazin veqetin bila bê teredud berê xwe bidin warê xwe.”
KAMÎRAN XOCE / ANHA / MINBIC