Malbata Dalkiliç, Endamê Meclîsa BDP'ê Salîh Baykan, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, ESP, ÎHD, rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes tevlî bernameya bîranînê bûn. Di biranînê de sloganên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin û gor bi gulan hate xemilandin. Endamê Meclîsa BDP'ê Salîh Baykan di bîranînê de axivî û diyar kir ku Dalkiliç di jiyana xwe de her tim ji bo demokrasiyê têkoşîn da û dê têkoşîna wî dayî bidomînin. Baykan, anî ziman ku Dalkiliç di sala 2011'an de xebatên Meşa Amarayê dikirin jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Weke soza me daye Dalkiliç heta em serkeftinê bi dest dixin me dê têkoşîna xwe berdewam bikin."
Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi duayan bi dawî bû.
DÎHA/DÎLOK