Klubeke Kurd a li Swêdê a piçûk, a ku qederê 3 saetan dûrî paytext Stockholmê, li devera Dalarna bi cih e, bû tîmekî neteweyî ji bo bi milyonan Kurdî. Dalkurdê pêr karî misoger bike ku lîga yekem a Swêdê. Koma ku li ser Facebookê milyonek û nîv kesên wê dişopînin hene, bi vê yekê ne bi tenê Kurdên li Dalaran, yan jî Swêdê serfikraz û kêfxweş kirin, wê temamê Kurdan kêfxweş kirin.
Dalkurd di nava 13 salan de piştî ku sala 2004´an hat damezrandin, li ser hev 5 caran derket lîgên jor. Bi ya şeşem re jî kete lîga herî bilind a Swêdê.
Derfetên kêm ên klûbê ku maşên xwe di stadyûmeke 6500 kesî ya li Borlange de dilîze jî dikarin bi vê yekê biguherin.
Du caran di kupaya Swêdê de bi ser ket
Tîma Dalkurd ku di lîgên Swêdê de performanseke serketî nîşan da, 5 salan li ser hev bû şampiyon. Di salên 2007 û 2009’an de tîma Dalkurd Kûpa Swêdê qezenç kir û serê Kurdistaniyan bilind kir. Serketina Dalkurdê di medya dîtbarî û nivîskî ya Swêdê de jî cihekî berfireh girt.
STOCKHOLM