
Piştî 2 salan YPG’ê li kure
Piştî 2 sal di ser şehadeta Xebat Dêrik ve derbas bû, hêzên YPG’ê karîbûn xwe li ser xerîteya leşkerî diyar bike û li hêzên xwe li seranserî Rojava û hin deverên Sûriyê bi rêxistin bike. Hêzên YPG’ê di vê demê de karîbû piraniya xaka Rojava û deverên din ku Kurd lê jiyan dikin ji hemû cureyên êrîşan biparêzin. YPG’ê di encama destkeftiyên ku bidestxistin gelek planên siyasî li ser herêmê hatibûn amedekirin bê bandor kirin. Hêzên YPG’ê piştî ku tabûr û tugayên xwe li sernasrî Rojava ji Dêrik û heta bi Efrîn û Helebê jî sazkirin, di navbera 1-5’ê çiletya 2013’an de civîna xwe ya berfireh lidar xist. Di civîna Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê de soza ku Xebata Dêrika dabû ku dê YPG’ê hemû pêkhateyên herêmê biparêze careke din hate dûbarekirin. Çavdêrên ku rewşa herêmê dişopînin destnîşan dikin ku hêzên YPG’ê niha gihiştine zêdeyî 50 hezar şervanî.
Sala 2013’an de sala YPG’ê bû
Di sala 2013’an de hêzên YPG’ê karbûn piraniya xaknîgariya Rojava rizgar bikin û hemû pêkhateyên herêmê ji êrîşên komên çete biparêzin. Piştî ku YPG’ê îsbat kir ku dê hemû pêkhateyên herêmê biparêze ji hemû pêkhateyên herêmê tevlî nava refên YPG’ê bûn. Di 2013’an de hêzên YPG’ê karîbûn deriyên sînor ên Serêkaniyê û Til Koçer ji destê çeyan rizgar bikin. Bi vê yekê çapemeniya cîhanê cihekî girîng da destkeftiyên YPG’ê de. Her wiha hêzên YPG’ê di anva xwe de hêzên Parastina Jinan(YPJ) damezirandin û karîbûn bibin hêza rewa ya Parastina hemû jinên Rojava, her wiha hêzên YPJ’ê di hemû qadên şer de cihê xwe girtin.
Dîroka Rojava ya nûjen nivîsand
Mehmûd Remezan ê binas nav Xebat Dêrik di sala 1962’an de li gundê Kasan a Dêrikê de jidayîk bû, Di sala 1985’an de tevlî nava tekoşîna Azadiya Gelê Kurd e cihê xwe girt. Di destpêka şoreşa Rojava Xebat Dêrik hêzên bi armanca parastina gelê Kurd û pêkhateyên herêmê damezirand. Di roja şehadeta Xebat Dêrik de navê YPG’ê li hêzên ku Xebat Dêrik yek ji damezirînerê wê bû hate kirin.Hêzên YPG’ê piştî şehadeta Xebat Dêrik bi 2 salan karîbûn cihê xwe dîroka Rojava ya nûjen binivîse û bibe hêza parastina hemû pêkhateyên Rojava û herêmê.
QAMIŞLO
Li ser gora xwe tê bîranîn
Xebat Dêrik wê îro li ser gora xwe ji aliyê Saziya Malbatên Şehîda a Dêrikê bê bibîr anîn. Bi munasebeta salvebera 2’an a şehadeta damezirînerê YPG’ê Xebat Dêrik, Saziya Malbatên Şehîda a Dêrikê wê saet di 10.00’an de li goristana Şehîd Xebat Dêrik merasîmekê lidar bixe. Saziya Mabatên Şehîdan kartên vexwendinê li hemû sazî û dezgehan belav kir, her wiha bang li hemû şêniyên herêmê hate kirin ku bi girseyî tevlî merasîma bîranînê bibin. Damezîrenê YPG’ê û tekoşerê kurd Xebat Dêrik di sala 14’ê çileya 2012’an de li bajarê Qamişlo bi destê îxanetê hate qetilkirin.
DÊRIK