Margarita Borissowna sala 9´ê Cotmeha 1926´an li paytexta Gurcisatanê Tiflîsê ji dayik bûye û 27´ê Tîrmeha 1976´an li Sankt-Petersburga hingê bi navê Lenîngrad navdar, wefat kiriye. Ew fîlolog û kurdologeke Rûs e ku sala 1954´an doktoraya xwe temam kiriye.

Rudenkodi Kurdolojiya serdema Sovyetê ya Rûs de weke damezrênera wêjenasiyê tê qebûlkirin. Giraniya lêkolîna wê li ser wêjeya Kurdî ya serdema navîn bûye. 

Rudenko di heman demê de nivîskara yekem kataloga destnivîsên Kurdî bû, û ev destnivîs aîdê Pirtûkxaneya Saltykow-Schtschedrin li Sankt-Petersburgê ne. Ew di heman demê de werger û nivîskara analîza rexneyî ya rêzek ji berhemên helbestvanên Kurd ên serdema navîn e: Şêxê Senaniyan a Feqiyê Teyran ji destpêka sedsala 17´an, Mem û Zîn a  Ehmedê Xanî ji dawiya sedsala 17´an, Leyl û Mecnûn a Xaris Bitlîsî ji sedsala 18´an, Yûsiv û Zulêxa ya Selîm Silêman ji sedsala 16´an û gelekên din.

Rudenko di heman demê de xwedî cihekî taybet e di lêkolîna folklor û etnofrafya Kurdî de jî, nexasim jî bi weşandina pêşî ya karê Mela Mehmûdê Beyazidî yê etnografîk û dîroknasî, weşandina çîrokên civaka Kurdan, monografiya li ser helbesta rituel a Kurdî.

Kar û xebata Rudenko girîng e ji ber ku wê bi karê xwe di nava şerqşînasiyê de mijara herî kêm lêkolînkirî, lêkola; ango Kurdolojî. 


NAVENDA NÛÇEYAN